Grûpên çekdar dermansazek ji Girê Sipî revand

Grûpên çekdar ên ser bi artêşa Tirkîyê ve dermansazek ji Girê Sipî revandin û xanîyên Kurdan hildiweşînin.

Navenda Nûçeyan- Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan belav kir, Grûpên çekdar dermansazek ji gundê Sukerîyê yê rojavayê Girê Sipî revandin, ji ber ku wî dermanên qedexekirî nefirot wan çekdaran.

Rewangehê da zanîn jî, grûpên çekdar dest bi hilweşandina xanîyên Kurdan ên ji encama êrîşa Tirkîyê koçber bûne û xanîyên şervanên HSDê li gundê Kozmat ê başûrê Girê Sipî kirine.

Dîyar kir jî, grûpên çekdar ji 30î meha Cotmeha bûrî ve dest bi dizî û talankirina mal û milkên xelkê kirine, ku tenê li gundê Ebo Celod 8 hezar çiwal cehe ji malbata Esfer û Necar ên Kiristîyan in dizîne.

Çavkanî: K24

Siyaset Haberleri

Parlamentoya Îraqê biryar da ku Helebce bibe parêzgeh
Nêçîrvan Barzanî û Ehmed Şer civiyan
NYT: Li Sûriyê zêdetirî 100 kargehên çekên kîmyewî hene
Şanda Rêveberiya Parêzgeha Helebê serdana ENKSê kir
Rêber Ehmed: Kurdistan pabendî rûbirûbûna tawanên rêkxistî û torên bazirganîkirina bi mirovan e