Grûpên çekdar li Efrînê Kurdan digirin

.

 Li herêma Efrînê ya Rojavayê kurdistanê çekdarên opozisyona Sûriyeyê ya girêdayî Tirkiyeyê hejmarek welatiyên Kurd girtin.

Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê ragihand ku 26ê Tîrmehê, polîsên sivîl dermansazê Kurd ê bi navê Mihemed Fatî yê 45 salî, li bajarokê Racoyê girt.

Heman rêxistinê da zanîn ku 27ê Tîrmehê jî, hêzên Tirkiyeyê 2 welatiyên Kurd ên ji gundê Badînayê bi tohmeta ku peywendiya wan li gel Rêveberiya Xweser hebûye girtine.

Her du welatiyên Kurd ên bi navê Hemîd Gênco yê 25 salî û Seîd Osman ê 65 salî li navçeya Racoyê hatine girtin.

Li bajarê Efrînê jî, hêzên Tirkiyeyê welatiyekî bi navê Subhî Hisên ê 55 salî ji ber ku wî daxwaza mala xwe kiriye girtin lê hêzên Tirkiyeyê ew bi tohmeta peywendiya li gel hikûmeta Sûriyeyê girtin.

Kurdistan Haberleri

Nêçîrvan Barzanî û Mezlûm Ebdî civiyan
Serok Barzanî pêşwazî li Wezîrê Derve yê Fransayê kir
Ji zanîngeheke Amerîkayê biryareke dîrokî: Êdî komkujiyên li hemberî Kurdan tên arşîvkirin
Netanyahu: Îran gefeke mezine li ser Cîhanê
Barrot: Herêma Kurdistanê faktoreke girîng a ewlehiya herêmê ye