Bi destpêka sala nû re, işaretên hewlên siyasî yên nû jî hêdî hêdî yek bi yek derdikevin hole.
Serokkomarê USA xwe amade dike ku di Koşka Sipî de cîhê xwe bigire. Hinek alîkar, cîgir û bendevkên Serokê USA yê nû, di daxuyanîyan de İşareta siyaseta USA a Rojhilata Naverast didin. Ev îşaret jî didin nîşan ku wê li rojhilata naverast siyaseta USA bêt guhertin. Wê USA hîn serttir dakeve qada Rojhilata Naverast. Ji ber van Îşareta ye ku îran û Rusya zû bi zû ji hinek gavan re xwe amade kirin!
Serokkomarê Fransa François Hollande di destpêka sale de pêşî İraq û bi dû de Başûrê Kurdistan zîyaret kir. Ev zîyareta Serokkomarê Fransa, îşareta guhertinên siyasî di herêmê de bi xwe bû. François Hollande wek ku ne tenê li ser nave Fransa, wek li ser navê „Hêzên Hevpeyman"an herêm zîyaret kir. Ji Başûrê Kurdistan re jî İşareta amadebûn û yekrêzîyê ji gavên nû re da.
Li ser meşandina hewlên siyaseta Surîye, ev gav piştî lihevhatin û peymana di navbera Rusya, Îran û Tirkîye de (ku Surîye jî veşartî di nav vê peymanê de ye), cara yekem zîyaretek wilo payebilind li herêmê çêdibe.
Wek ku em dizanin; berî bi 100 salan, di amadekirin û pejirandina "Peyman a Sykes Picot" de Fransa bi xwe xwedî cîhekî grîng bû. Di parvekirina nexşeya herêmê, avakirina dewletên herêmê de Fransa alîyekî peyman a Sykes-Picot e. Di vî warî de jî hatina François Hollande balkêşe. Di guhertinê Sûrîye de Fransa xwedî biryare.
Li ser meşandina siyaseta di Sûrîye de, lihevhatina ku di navbera Rusya, Îran û Tirkîye de hat pejirandin wê çi guhertinan bi xwe re bîne?
Rusya, li ser dîtina çareserîyekê û meşandina siyaseta Sûrîye xwedî bandorek mezin e. Ji bona ku vê bandora xwe bicîh bike, di herêmê de li henber USA û Hêzên hevpeymanan hinek hewlan dide xwe. Lê di bêrîka Rusya de di derheqa siyaseta Sûrîye de tiştekî nû tuneye. Tenê yek qozê Rusya heye, ew jî mayîna rejîma Esad bi xwe ye. Ev jî sebebên wendakirina Rusya bi xwe ye. Ji ber ku ti caran Surîye nabe Sûrîya berê.
Wê ev hewlên Rusya çiqa bibandor bimeşin ev cîhekî giftûgoyê ye jî! Ji ber ku Ji van sê welatên ku anîye cem hev, yek ji wan Îran e ku sere terorê li herêmê dikişîne. Ji ber afirandina enerjîya atomî û çekên atomî sere wê bi USA û YE. re di belê de ye!
Navbera Îran û Tirkîye bi probleme. Ji bona ku Îran xwestinên Tirkîye di vî warî de bipejirîne, divê pir gaven mezin bipaş de bavêje. Ji ber ku rewşa Tirkîye di herêmê de hin ji hêla ewlekarîyê de û hin ji hêla Aborî de pir xerabe û her ku diçe jî berbi xerabûnê de diçe. Tiştekî ku ji Rusya û Îran bidest bixîne tuneye. Ne ji hêla Rusya de û ne jî ji Hêla Îran de Tirkîye ev bingeh wenda kirîye. Ji ber wê jî ti daxwazên Tirkîye li ser meşandin û lihevhatina siyaseta Sûrîye de bingeha bidestxistinan xuya nake.
Ev daxwazên Tirkîye yek jê çûna Esad bi xwe ye. Di virde li henber Rusya û Îran ti quweta Tirkîye ku bi wan vê bide qebûlkirin tuneye. Ji ber vê jî di destpêkê de Tirkîye ew hêzên ku li Sûrîye ji bona guhertina Îtîdarê xwedî dikir, yek bi yek xistin lîsta terorê û bûn hedef ji Rusya û Sûrîye re. Bi hêza lihevhatinê ev hêz yek bi yek ji Halebê hatin derxistin û bûn neyarên Tirkîye!
Di xwestina Tiurkîye a duyem de jî destê Tirkîye zeîfe. Li henber daxwazên kurdan ti şertê Tirkîye ku bê daxwaza Îran û Rusya, şertan bi wan bide qebûlkirin jî tuneye. Ji ber wê jî di "Operasyona Babê" de jî tenê maye. Hêzên hevpeymanan pişgirîyê nadin Tirkîye û pişgirîya ku di virde Îran û Rusya bide Tirkîye jî, wê destê Tirkîye di bazarkirinê de zeîftir bike. Em, ji kîjan alî de li meselê binêrin, di vê lihevhatina di navbera van hersê dewletan de ji tirkan re bidestxistin tunene. Bilekis wenda kirin heye. Tirkîye, di sîyaseta xwe a derve de bicarekê de wenda kirîye û ev jî wî destê Tirkîye ku li henber Kurdandan û bidestxistinên kurdan kar dikir, têk çûye.
Îran û Rusya bi vê lihevhatinê re hebûna Sûrîye û meşandina Îktîdara Esad meşrû dike. Bi vê meşrûkirinê re wê Esad jî têkeve nav dan û stendinan.
Rusya dixwaze Tirkîye bi vê peymanê re li henber USA bikar bîne. Ev jî wê pozîsyona Tirkîye di nav NATO û bi USA re zeîf bixe. Yanî ji kîjan hêlê de em lê binêrin, tiştê ku derkeve pêşîya me ewe ku tirkîye di siyaseta Sûrîye de wunda kirîye. Ev jî di qada navnetewî de rê ji siyaseta Kurdan re vedike!
Ev hewlên van hersê dewletan (Rusya, Îran, Tirkîye) berî serê sale di warekî bilez de derket hole û hinek gav jî hatin avêtin. Lê bi raya min bingeha serkevtinan ji van gavan re tuneye. Niha ji bona wan ev meheke tiştê ku dibin hemî ji bona li henber USA û hêzên hevpeymanan, xizmetê ji xurtkirina destê Rusya re dike. Ev jî bi gavên destpêka hatina serokê USA yê nû re wê hertişt zelal bibe û bêt guhertin.
Di nav van guhertinan de a grîng ewe ku Kurd li Başûrê Rojavayê Kurdistan siyasetek netewî û hevpar ava bikin. Bikaribin di nav van guhertinan de bidestxistinên xwe daxin bingehek meşrû û xwestinên xwe bidin qebûlkirin.
Di hevdîtînên çareserîya siyaseta Sûrîye de, li ser masê eger kursîyên ku ji kurdan re veqetandî tunebin, mixabin wê ev bibin sebebên wunda kirinê. Berpirsîyarê vî tiştî jî wê siyaseta PYD-PKK bi xwe be.
Başûrê Kurdistan jî roj berî rojê dive pirsgirêk û qeyranên nav xwe çareser bikin. Di qada bidestxistinan de siyaseta yek dengî û yek rêzî ava bikin û destên xwe li henber İraq xurt bikin ku daxwazên xwe bidin qebûl kirin. Ji bona îlankirina serxwebûnê û avakirina dewletek serbixwe ev şertin.
Li henber dijmin heta ku yekrîzîya wan û siyasetek hevgirtî tunebe, garantîya bidestxistinan û parastin û bipêşde birina wan jî tuneye.
0301.2017