Yêk ji damezrênerê AKPê û Serokomarê berê Abdullah Gul da zanîn: Wî çi astengî li pêşiya serkeftina APKê dernexistine, ew fêm nake, çima wî wek berpirsê windakirinê dibînin.
Parlamenekî AKPê berî du rojan beşdarî televizyoneke Kurdî bûbû û gotibû Abdullah Gul, ji sinorên xwe derbas dike, rastiyan nabêje û derewan dike".
Gul bersiva rexneyên Nûnerên AKPê da û got: "39 km ez bi dûrbinê berê xwe didim AKPê û wan ji ber xeletiyên wan hişyar dikim."
Abdullah Gul got: Min berê jî gelek caran hişyarî dane wan, lê guh nedane hişyariyên wî.
Gul da zanîn: Ma ne guneh e, ku li hemberî xeletî û kêmasîyên xwe, min wek berpirs bizanin.
Abdulah Gul, di derbarê Hilbijartinên Stenbolê de, rexne kiribûn û paşê, serkeftina Ekrem İmamoglu pîroz kir.
Van demên dawîn wek gotegota kulîsan tê gotin Abdullah Gul û hin AKPyîyên berê ku ji sîyaseta AKPyê aciz in, dê partîyeke nû ava bikin.
(K24)