Gulebarandina du sivîlên bêçek ji Gundê “Dargirê” û pakrewanbûna yekî ji wan

.

Giropeke gerok ji milîseyên Hêza Hevbeş a “Tîpa/Firqit El’hemze, Firqit El’sultan Silêman Şah” (e ku ji bo dizînê û wergirtina vêrgiyan û şelandina xelkê li ser riyan û di nav zeviyên zeytûn û baxçan de digere, û ne rêbendeke cihnaskirî), li cihekî nenormal di nav herdu Gundên “Coqê” û “Dargirê” de (yên ku “El’hemzat” destseriya wan dike) – li Navça Mabeta, li kat dudiyê şeva Çarṣemê 19.6.2024an. Z, qurşîn yekser avêtin du hemwelatiyan “Cemal Elî kurê Mihemed Gulîn /27/sal – hevjînkirî û xwediyê du zarokan, Mihemed Welîd Elîko /22/sal” ji xelkê Gundê “Dargirê”, li dema vegera wan ji karê xwe li Bajarê Efrînê bi matorê dutekerî, û di encamê de mekin birîndar bûn, û ji bo dermankirinê bo Nexweşxana Sûrî ya Pisporî ya taybet li Bajarê Efrînê hatin birin.

Li Şeva Înê jî 21.06.2024an. Z, “Cemêl” ji ber birînê jiyana xwe ji dest da, û “Mihemed” jî di rewşeke ne hêminî de tê dermankirin, lê di heman demê de jî Milîseyên “Asyêşa Leşkerî” û “Hêza Hevbeş” oda lêsekirinê dorpêç kir û wêne û guhestina nûçeyan qedexe kirin, û dora Gundê “Dargirê” jî xelek girt da ku liv û tevgera hemwelatiyan tengas bikin û bizavên gelêrî qedexe bikin; Û berî wê jî wan ji heman gundî Hemwelatî “Bekir Ednan Bekir/25/sal” -bînerê tekane li ser bûyera tewanê- girtibû, yê ku dema ew herdu hatine armanckirin bi matora xwe li piş wan dihat, û paşê jî di bin gefa kuştinê de û bi mercê ku li ser hûrgiliyên tewanê nepeyive ew berdan.

Ev tewan xelekek ji zincîra tewanên kuṣtinê û komkujiyên ku di dermafê Kurdan de – niṣteciyên resen- li Efrînê hatine kirin, ji dema dijberîkirina hatiye ser ve (20.01.2018. Z), û berî wê jî herdu tewanên kuştinê (xortê negîhayî “Ehmed Xalêd Me’imo/Malbata Medê/16/sal li 13.03.2024. Z”, û çar ji Malbata “Pêşmerg” li 20.03.2023. Z) li Cindirêsê; Û îro sibehê termê Pakrewan “Cemal Elî” -di nav hestên xemgînî û xêlîbûnê de-  li goristana gundê wî hate oxirkirin.

Meriv û xisimên “Cemal Elî” û “Mihemed Welîd” û Xelkê Efrînê û Kurd bi giştî kerb û şermezarkirina xwe ji vê tewana nerfet re mekin didin nîşandan, di pileya yekê de berpirsiyartiyê dikin stûyê Dagîrkeriya Turkiyê ya ku bi rastînî desteseriya hemî warên jiyanê li herêmê dike, û herweha jî li ser alavên xwe ji Hemahengiya Sûrî – Ixwanî û Hikometa wê ya Demkî û Milîseyên “Artêşa wê ya Niştîmanî”; Û weha jî bang li Civaka Navdewletî û “Emrîka, Rûsiya” bi taybetî dikin, da ku kar bikin ji bo danîna rêgirekê ji binpêkirin û tewanên ku di dermafê Efrînê û xelkê de têne kirin, û ji bo ji Turkiyê daxwaz bikin ku dagîrkirina xwe ji Efrînê û herêmên din ên Sûriyê re bi dawî bike, û piştgirî û parastina xwe ji wan Milîseyên Sûrî re rawestîne.

21.06.2024. Z – 2635 k

Nivîsgeha ragihandinê- Efrîn

Partiya Yekîtî ya Demokrat a Kurd li Sûriyê

————————–

Wêne:

 Pakrewan “Cemal Elî kurê Mihemed Gulîn”.

 Birîndarê xort “Mihemed Welîd Elîko”.

————–

Hûn dikarin dokumêntê bi tevahî daxin, li ser vir bitikînin:

Daxuyanî-Tewana Dargirê-21-6-2024-PDF

Kurdistan Haberleri

Serokê Îtîlafê: Me lêkolîn ji bo kiryarên li gundê Kaxirê vekiriye
Li Swêdê Jinek bi Tawanên Şer Dijî Êzîdîyan li Sûrîyê Hate Tawanbar Kirin
Li Hewlêrê nûnertiya bazirganî ya Erebistana Siûdî hate vekirin
Ji Xemîs Xencer peyama Kurdî: Em alîkariya gelê Kurd a 2014an qet ji bîr nakin
Ew dersên ku Kurd pêdivîye li şoreşa “Jin, Jiyan, Azadî” werbigrin