Gumanbara teqîna Stenbolê ji Idlibê derbasî Tirkiyê bûye

.

Gumanbara teqîna Stenbolê Ehlam Elbeşîr li gorî rêveberiya ewlekariyê ku di rûniştina dadgehê de diyar kir ku ew ne ji Efrîn a Rojavayê Kurdistanê, ji bajarê Idlibê yê Sûriyê çûye Tirkiyê.

Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê Suleyman Soylu piştî teqîna li Cadeya Îstîklal a Stenbolê ragihandibû ku gumanbara teqînê Ehlam Elbeşîr ji bajarê Efrînê yê Rojavayê Kurdistanê derbasî Tirkiyê bûye û teqîn pêk aniye.

Îro 17ê Mijdara 2022an rûniştina dadgeha Ehlam El Beşîr li Stenbolê hat kirin û di dadgehê got ku ew ne ji Efrînê ji bajarê Idlibê yê Sûriyê  derbasî bajarê Hatay ê Tirkiyê bûye ku ew bajar di destê Bereya Nusrayê de ye.

Rêveberiya Ewlekariya Stenbolê jî di daxuyaniyekê de ragihandibû ku Ehlam Elbeşîr ji Efrînê-Idlibê bi qaçaxî derbasî Tirkiyê bûye daku li Tirkiyê teqînê pêk bîne.

Roja 13ê Mijdara 2022an li cadeya herî qelebalix a navçeya Taksîmê ya Îstîklal a li bajarê Stenbolê teqînek çêbû û di encamê de 6 kesan canê xwe ji dest dan û 81 kes jî birîndar bibûn.

Piştî teqînê kesek bi navê Ehlam Elbeşîr wek gumanbara sereke ya teqînê hat desteserkirin û 50 kesên din jî bi guman ku peywendiya wan bi bûyerê re hene hatin desteserkirin.

Tirkiye îdia dike ku fermana teqînê li Rojavayê Kurdistanê hatiye dayîn û gumanbara teqînê jî ji Efrîn a di bin kontrola wê de derbasî Tirkiyê bûye lê berpirsên Rojavayê Kurdistanê piştî daxuyaniyên Tirkiyê red kirin ku ew teqîn ji aliyê hêzeke wan ve hatibe kirin û sersaxî li malbat û merivên qurbaniyên teqînê kiribûn.

Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) jî red kir ku ew teqîn ji aliyê hêzeke wan ve hatibe kirin. Di demekê de ku lêkolînên li ser bûyerê berdewam in, hîn jî bi zelalî nayê zanîn ku kê ev teqîn pêkaniye û ti rêxistinekê jî berpirsyariya teqînê negirtiye stûyê xwe lê beşek ji berpirsên Rojavayê Kurdistanê vê teqînê “weke senaryoyeke Tirkiyê bo destpêkirina operasyonekê li Rojavayê Kurdistanê pênase dikin.”

Kurdistan Haberleri

Hemû helbestên Berken Bereh di Botannameyê de çap bûn
Piştî tayînkirina qeyûman kolanên Dêrsimê bûn qada şer: ‘Dagirkerî ye’
Doza kuştina Şerzan Kurt: Biryareke nû hat dayîn
Miles Caggins: Çend gav ji bo hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê hatine avêtin
JAPONYA - Dadgeha Saitamayê xwepêşandana li dijî Kurdan qedexe kir