Gundekî Amêdiyê ji PKK û Tirkiyeyê re: Şerê xwe ji me dûr bixin

.

Encûmena Gundê Guherzê daxwaz ji çekdarên PKK û artêşa Tirkiyeyê dike ku şerê xwe ji gundê wan û sivîlan dûr bixin û dibêje, ji ber rewşa şer, gundî nikarin cotkarî û sewalkariyê bikin.

Muxtar û Encûmena Encûmena Gundê Guherzê yê ser bi navçeya Amêdiyê ve, derbarê şerê roja Înê 21ê Sibatê di navbera çekdarên PKKê û hejmarek leşkerên Tirkiyeyê de, daxuyaniyek belav kir.

Li gorî daxuyaniyê, “Herêma Amêdiyê bi giştî û bi taybet gundê Guherzê, di çend salên borî de bûye qada şerê di navbera PKK û artêşa Tirkiyeyê de û ji ber wê jî gundî nikarin çandinî û sewalkariyê bikin.”

Di daxuyaniyê de hat got: “Di encama şerê di navbera PKK û artêşa Tirkiyeyê de, çendîn caran gule û top li milk, mal û otombîlên sivîlan ketine.”

Muxtar û Encûmena Encûmena Gundê Guherzê bang li PKK û artêşa Tirkiyeyê kir ku şerê xwe ji gundê wan û xelkê sivîl dûr bixin û rewşa ewlekarî û aliyên derûnî yên xelkê li ber çavan bigirin.”

Di daxuyaniyê de hat gotin jî: “Em aliyên pêwendîdar hişyar dikin ku em destêwerdanê di vî şerî de nakin û ewlehî û aramiya xelkê gundê xwe bi çi nirxî naguherînin.”

Kurdistan Haberleri

Semînerek li ser ola êzdî tê li dar xistin
Ji Firat Epozdemîr re 15 sal cezayê girtîgehê hat xwestin
Wezareta Karên Derve ya Rûsyayê li ser Sûriye û Tirkiyeyê daxuyanî da
Serok Barzanî û Aras Hebîb danûstandinan li ser rewşa siyasî ya Îraqê dikin
Serok Barzanî: Berpirsyariya herî mezin dikeve ser milê PDK û YNKyê