Navenda Nûçeyan - Mixtarê Gundê Qanaxê Zekî Kenru, ji bo Kurdistan24 ragihand ku ji ber barana ku 2 roj e barîya, gundê wan û çend gundên din bi ber avê ketine û lehîya ku rabûye zirar daye hin mal, axur û alifê dewaran.
Zekî Kenru da raginad ku rêyên gund jî hemû zirar dîtine û Rêvebirên şaredarîya Sîverekê jî ji bo piştgirîyê serdana wan kirîye. Hejayî gotinê ye ku hefteyekîye li bakûrê Kurdistanê hewa şilî ye û carina barina baranê tund dibe û zirarên madî peyda dike.