Gûrûbeka bazirganîya maddeya hişbir hat destgîr kirin

Rêveberîya Nehiştina Maddeyên Hişbir a Hewlêrê destbiser 130 kîlogram maddeya hişbir cûreya êroyinê da girt û gûrûba bazirganîya maddeya hişbir jî dikir desteser kir.

Navenda Nûçeyan- Doh roja sêşemê 21.01.2020an Rêveberîya Nehiştina Maddeyên Hişbir a Hewlêrê  bi daxuyanîyekê ragihand bi hemahengîya ligel Ajansa Parastina Asayîşa Herêma Kurdistanê di encama operasyonekê da 130 kîlogram maddeya hişbir cûreya êroyinê hat desteserkirin û  3 kesên bazirganîya maddeya hişbir jî dikir hatine girtin.

Herwiha di berdewamîya daxuyanîyê jî da hatîye ragihandin ligor yasayî 14 a maddeya hişbir û peyrawên wê lêkolîn derbarê tohmetberan da hatine kirin û ew bo dadgehê hatine veguhestin.

Basnews

 

 

Siyaset Haberleri

Parlamentoya Îraqê biryar da ku Helebce bibe parêzgeh
Nêçîrvan Barzanî û Ehmed Şer civiyan
NYT: Li Sûriyê zêdetirî 100 kargehên çekên kîmyewî hene
Şanda Rêveberiya Parêzgeha Helebê serdana ENKSê kir
Rêber Ehmed: Kurdistan pabendî rûbirûbûna tawanên rêkxistî û torên bazirganîkirina bi mirovan e