Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Antonio Guterres sibe dê bigihe Hewlêrê û îro li Bexdayê di konferanseke rojnamevanî de armanca serdana xwe ya Herêma Kurdistanê eşkere kir.
Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Antonio Guterres sibe dê bigihe Hewlêrê û îro li Bexdayê di konferanseke rojnamevanî de armanca serdana xwe ya Herêma Kurdistanê eşkere kir.
Îro Pêncşemê 1ê Adara 2023an, Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Antonio Guterres li Bexdayê di konferanseke rojnamevanî de ragihand, ew tekezî li ser encamdana hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê û encûmena parêzgehan li hemû Iraqê dikin.
Antonio Guterres diyar kir: “Ez ê serdana Hewlêrê bikim û li bendê me bi desthilatdarên Herêma Kurdistanê hevdîtinê bikim, Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî han didim ku kar li ser gotûbêja rêxistinî, sazî û rekeftinê bike, bi taybetî li ser projeyasaya budceya federal a 2023an, herwiha yasaya petrol û gazê, proseya hilbijartinên giştî, garantiya seqamgîrî û pêşveçûn e, ez li benda hilbijartinên Herêma Kurdistanê me, ku paş ketiye, herwiha hilbijartinên encûmena parêzgehan li Iraqê, Neteweyên Yekbûyî amade ye piştevaniya saziyên hilbijartinan bike ligel UNAMI bo alîkariyên teknîkî.”
Derbarê rêkeftina Şingalê de, Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî eşkere kiriye, “daxwazên şanderên taybet dubare dikim, ji bo cîbicîkirina temamê rêkeftina Şingalê, asayîşeke seqamgîr û rêveberiyeke yekgirtî, karekî sereke ye”.
Antonio Guterres derbarê qurbaniyên Êzidiyan de got: “Em deyndarê Êzidiyên Şingalê ne bi başkirina rewşa navçeyê ji bo garantîkirina hikûmraniyeke baş û handana nişteciyan ji bo vegera bi rûmet bo cihên xwe, ez dixwazim hevxemiya xwe ji bo Êzidiyan car din tînim ziman, ku rastî gelek êş û janê hatin.”