Guterres biryara Trump rexne kir

Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) biryara Serokê Amerîkayê Donald Trump a ser rawestandina alîkarîyan bo Rêxistina Tenduristîya Cîhanê (WHO) rexne kir.

Navenda Nûçeyan - Guterres da zanîn ku Trump di demeke şaş de alîkarîya bo WHO rawestandîye.


Wî dîyar kir ku ‘’dem dema hevkarîyê ye’’ û got ku divê civaka navneteweyî bo têkbirina vîrusa korona bi hev re bixebite.


Trump dabû zanîn ku WHO di karên xwe de ne serketî ye û dîyar kiribû ku ewê li ser wê rêxistinê dest bi lêpirsînekê bikin.


Amerîka di sala 2019an 400 mîlyon dolar dabû WHO ku ew ji nav alîkarîyên dewletan ya herî zêde bû.

Siyaset Haberleri

Parlamentoya Îraqê biryar da ku Helebce bibe parêzgeh
Nêçîrvan Barzanî û Ehmed Şer civiyan
NYT: Li Sûriyê zêdetirî 100 kargehên çekên kîmyewî hene
Şanda Rêveberiya Parêzgeha Helebê serdana ENKSê kir
Rêber Ehmed: Kurdistan pabendî rûbirûbûna tawanên rêkxistî û torên bazirganîkirina bi mirovan e