Guterres: Min ji Serokê Sûriyê re got divê welatîname bo Kurdan were dayîn

.

Ji ber ku 10 xulekan dereng ma lêborîn xwest. Gote min ku ew ji serê sibehê ve mijûl e. Ew ji bo rêkeftinekê bi Moskow û Kîevê re li ser telefonê bû, heger heta hefteya bê neyê nûkirin, wê demê dê bihayê xwarinê li seranserê cîhanê zêde bibe û piştî wê jî civîna wî ji bo kêmkirina egera gefa atomî li dinyayê hebû.

Ev ji bo Antonio Guterresî rojeke normal e. Ev mirov yek ji kesayetên herî mijûl li cîhanê ye. Tevî ku 35 hezar û 726 kes li vir di ofîsa wî da jê ra dixebitin, dîsa mijûl e. Piraniya wan ji bo her xulekeke roja kar mijûlî danîna planan in. Her peyveke ku dibêje yan li ser navê wî tê gotin û nivîsîn, ji bo her tevger, wênegirtin û amajeyeke wî ya dîplomatîk plan tê danîn.

Li milekî, astbilindtirîn dîplmatkarê dinyayê ye û rola wî ya “navbênkarê cîhan”ê heye û li aliyekî din birêveberiya aloztirîn rêxistina cîhanê di destê wî de ye. Her wisa erkekê wî yê din jî heye ku ji wê yekê pêk tê ku bihêle zilhêz û bêhêz jî zêdetir rêza prensîbên qanûna navdewletî bigirin û bi heman şêweyê dadwerekî darazên yasayî û exlaqî dide ka çi binpêkirin e û divê kîjan mijar di karnameya Konseya Ewlekariyê û organên din da cih bigire.

Lê armanca wî û rêxistina wî ya herî mezin ew e ku rê li ber dubarebûna şerê cîhanî û şerê di navbera hêzên mezin de bigirin û wê pergala navdewletî ku ji Şerê Cîhanî yê Duyem û vir ve heye, biparêzin. Parastina sînoran beşeke bingehîn a wê pergalê ye. Lewra jî, Kurdbûn bêyî Iraqî, Tirkî, Îranî û Surîbûnê li vir qedexe ye. Yekemîn pirsa min ji wî jî ev bi xwe bû.

Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Antonio Guterres bersiva pirsên Ebdilmecîd Gilî dan.

Ebdilmecîd Gilî: Gelek spas ji bo vê derfetê.

Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Antonio Guterres: Ez kêfxweş im. Rê bide min ku em nêzîkî Newrozê dibin, ez hêviya Newrozeke xweş ji bo te û ji bo hemû kesên ku temaşevanên me ne, bixwazim.

Rûdaw: Gelek spas. Ez dixwazim di vê hevpeyvînê de behsa Iraq û Sûriyê bikim. Bi taybetî ku tu serê vê mehê bi serdanekê dema du rojan li Iraqê bûyî. Lê berî ku ez wan pirsan bikim, ez dixwazim di derbarê vê hevpeyvînê de balê bikşînim ser rastiyeke balkêş. Di dîroka 77 salan a Neteweyên Yekbûyî de, ev cara yekem e ku sekreterekê giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) bi kurdekî re, ligel kesekî ku ji Kurdistanê ye ji bo sazkirina hevpeyvînê rûne.

Antonio Guterres: Dibe ku cara yekem be. Lê ev ê ne cara dawî be.

Rûdaw: Ez hêvîdar im ne wisa be. Gelek spas. Ev jî rengvedana rastiya nebûna dengê Kurdan li Neteweyên Yekbûyî ye. Ez piştrast im ku haya te ji dîroka me heye. Neteweyeke ku nêzîkî 60 milyon kesî ye ku axa wan ji hêla dîrokî ve berî nêzîkî sedsalekê ji aliyê dagirkerên Ewropî ve xaka wan hate parçekirin û heta niha jî ew sînor ji aliyê sîstema navdewletî ya niha ve tên ferzkirin. Li gor te, nebûna dengê kurdan dihêle ku Neteweyên Yekbûyî kêmtir cihêreng, kêmtir tolerans û kêmtir dadmend be?

Antonio Guterres: Em girîngiyeke mezin didin vê mijarê, nexasim ku Iraqî, Sûrî, Îranî û Tirk di Neteweyên Yekbûyî de hene. Pir girîng e li ba me ku di çarçoveya nûnertiya niştimanî ya van welatan de, nûnertiya hemû komên etnîkî yên girîng cih bigire. Di vî warî de, gelek hevalên min ên kurd hene. Em pir kêfxweş dibin ku di nûnertiya her yek ji van welatan de, pêkhateya kurd li Neteweyên Yekbûyî cih bigire. Tiştê ji destê min were, bê guman mekanîzm û rêbazên hilbijartinê hene, lê çi ji destê min were, ez ê bikim ji bo ku ev têbîniya te li ber çav bê girtin.

Rûdaw: Derbarê serdana te ya Iraqê de, tu du rojan li Iraqê bûyî. Te gelek kes dîtin. Di nav wan de civaka sivîl û stafê NY. Ez ê ji pirskirina li ser NY dest pê bikim. Bernameyeke pir mezin a NY li Iraqê heye û pir giranbiha ye û budceya wê mezin e. Di heman demê de, piştgirî û hevdengiyeke bêmînak a Encûmena Asayîşa Navdewletî li ser mandetiya wê heye. Desthilatên vê bernameyê pir zelal in. Diyar e ku kêşeyên Iraqê gelek in. Gelo tu ji karên UNAMI û bernameyên Neteweyên Yekbûyî li Iraqê razî yî? Li gor te, NY nikare destkeftên xwe li Iraqê zêdetir bike?

Antonio Guterres: Bi baweriya min, UNAMI karên xwe bi başî birêve dibe. Kes bê pirsgirêk nîne. Ez nabêjin ku NY di karên ku em li her devereke cîhanê dikin, bê pirsgirêk e. Lê ez di wê baweriyê de me ku roleke UNAMI ya erênî heye ji bo wê armanca ku ji bo me girîng e ku Iraq bikare ji wan hemû pirsgirêkên ku di dîroka xwe ya nêzîk de rastî wan hat, rizgar bibe; bikare rabe û bibe aktereke navdewletî ya pir girîng. Di heman demê de, ew şiyan bê peydakirin ji bo ku dezgeh di xizmeta gelê Iraqê de bin. Samanên xwezayî yên Iraqê hene. Iraq ne welatekî hejar e, lê pir girîng e ku şêwazeke wê ya desthilatê ya baş û hevgirtineke wê ya piralî hebe. Girîng e ku hevgirtina piralî hebe ji bo ku ew saman li sûda şêniyên wê bên bikaranîn. Bi baweriya min, rola UNAMI ew bû ku alîkar be da Iraq bi wê hêlê de biçe. Di vê serdana min a Iraqê de, min dît ku di warê statûya welêt de pêşketinên baş çêbûne. Ez di wê baweriyê de me ku ev demeke hêvîdar e li Iraqê. Ev demeke hêvîdar e ku Îraq dikare proseyeke bihêzkirina berdewam a saziyên xwe hebe, di çareserkirina kêşeyên mayî de û destpêkirina proseyekê de ku Iraq bikare xizmetguzariyên seretayî pêşkêşî welatiyên xwe bike ku layiqî wan in û piştrast bin ku çavkaniyên welêt ên pêwîst hene ku wan xizmetguzariyan pêşkêş bike.

Rûdaw: Wek te behs kir, gelek pirsgirêkên Iraqê hene, lê pirsgirêka nû bandora diyardeya guherîna keşûhewayê li ser Iraqê ye. Di vê mehê de, di rojeva NY de, konferansek li ser samanê avê heye. Iraq mînaka herî diyar a bandora diyardeya guherîna avûhewayê ye û ji niha ve kêşeya wê ya hişkesalî û kêmiya avê heye. Gelo tu planeke NY û civaka navdewletî a taybet bi alîkariya Iraqê heye, di demekê de ku ew ji piraniya welatan zêdetir hest bi bandora diyardeya guhertina keşûhewayê dikin?

Antonio Guterres: Ez di wê baweriyê de me ku divê ev mijar bibe navenda alîkariyên navdewletî ji bo Iraqê, ku mixabin dê pêdiviya Iraq gelek salan pê hebe. Nayê çaverêkirin ku ev pirsgirêk bi hêsanî çareser bibe. Diyardeya guherîna avûhewayê pir bi lez pêş dikeve. Pir bi lez. Bila em rastgo bin, hîna cîhanê nekariye bi hevgirtin were pêş ji bo nehêlana bilezûbez a diyardeya guherîna avûhewayê. Lewra pileyên germê her ber bi zêdebûnê ve diçin. Em di wê xetereyê de ne ku pileya germa erdê sînorê 1.5 derbas bike û cîhan xwe li ber pileya germê ya ji vê zêdetir negire. Bi derbaskirina vê pileyê re, dê encamên trajedî bêhtir biqewimin. Em di wê metirsiyê de ne ku zêdebûna pileyê germê wî sînorî derbas bike ku em sibe bi tu hawî bikarin bandorên wê berovajî bikin. Eger di zûtirîn dem de jî, gavên mezin neyên avêtin ji bo pêşîgirtina li qirêjbûna jîngehê ya zêdetir bi gazên germ û karbonîk. Lewra, yekane rê ew e ku di zûtirîn dem de derxistinên gazên karbonîk bên rawestandin. Mijara duyem a girêdayî Iraqê ew e ku civaka navdewletî hilberîna zêdetir di tedbîran de pêk bîne ji bo kêmkirina encamên xerab ên diyardeya guherîna avûhewayê. Ev tedbîr jî ji avakirina mekanîzman ji hêla welatan ve pêk tên, ji bo bihêzkirina şiyanên nehêlana encamên diyardeya guhertina keşûhewayê. Lewma em ê di konferansa cîhanî ya bê de li ser guhertina keşûhewayê li ser asta dewletan [COP28], pêkutiyê bikin ku budce û pere ji bo welatên nûgeşbûyî du caran li berê bê zêdekirin da em bikarin xwe bi guhertina keşûhewayê re biguncînin. Lê herwiha li Iraqê pirsgirêkeke cidî ya avê jî heye. Pirsgirêka avê li Iraqê ne tenê ji ber diyardeya guherîna avûhewayê ye, lê ji ber kêmbûna rêjeya avê ye ku ji welatên cînarên we tê. Ez dixwazim bibêjim ku Îraq welatê Mezopotamyayê ye, di [dîrokê de] diket navenda [devera ku wek] heyva axa bibereket [tê nasîn]. Her li wir şaristanî çêbû. Şaristaniya yekem li wir çêbû ji ber ku çandinî hebû, çandinî jî hebû çimkî ew her du çem hebûn; Mezopotamya ango welatê du çeman. Divê em nehêlin ku axa du çeman bibe axa bê çem. Ji bo vê armancê divê rewşek were afirandin. Hevkariya navdewletî ji bo bidestxistina vê armancê pir girîng e. Di vî warî de ezmûna min heye. Dema ku ez serokwezîrê Portugalê bûm, me wê demê peymaneke pir girîng li ser avê bi bi Spanyayê re îmze kir. Ew peyman ji bo birêvebirina wan çeman bû ku li navbera her du welatan hevpar in. Lewma bi dîtina min girîng e ku Iraq diyalogeke cidî di vî warî de pêk bîne. Her wisa girîng e ku piştgiriya Iraqê hebe da wan siyasetan bi cih bîne ji bo parastina şiyana çandiniyê li geliyên Dîcle û Firatê.

Rûdaw: Pirsgirêkeke din a mezin li Iraqê mijara gendeliyê ye. Tu welatekî din ê Rojhilata Navîn qasî Iraqê ne gendel e. Li gor hejmaran, bi milyaran dolar tên talankirin. Li gor raporên navdewletî yên serbixwe, çîna desthilatdar a Iraqê di hemû astan de beşdarî vê [talanê] dibe. Vê yekê jî wiha li wan kir ku tu bandoreke proseya demokrasiyê jî li ser statû û desthilata wan nebe. Birêz sekreterê giştî, vêga hikûmeta ku li Iraqê heye ji hêla wî alî ve hatiye pêkanîn ku di hilbijartinan winda kir. Ev rastiya Iraqê ye. Çîna desthilatdar li Iraqê xwedî parêzbendiyeke tam e. Bi sedema gendeliya ku heye û hatiye dezgehkirin. Gelo civaka navdewletî û NY di warê pratîk de, dikarin li ser vê yekê çi bikin?

Antonio Guterres: Berî her tiştî peymaneke navdewletî li ser gendeliyê heye. Dê van nêzîkan welatên beşdarî vê peymanê konferansekê saz bikin. Duh civîneke me ya girîng ligel koma cîhanî ya şirket û aliyên sektora taybet ku li ser asta cîhanê piştgiriya NY dikin hebû. Armanca me ya sereke dê şer û nehêlana gendeliyê be. Em ê her tiştî bikin ji bo piştgiriya şerekî rasteqîne dijî gendeliyê li hemû cîhanê, lê xasma li welatên nola Iraqê. Divê ez bibêjim ku di gotûbêja min bi serokwezîr re, ez sersam bûm çiqasî haya wî ji kêşeyê heye û ew wiha dibîne ku çareserkirina vê kêşeyê ji bo Iraqê karekî bingehîn e, ji bo ku bikare mifayê ji wan samanan werbigire ku li ber destê wê ne. Gendelî, çûna neqanûnî ya pereyan û şûştina pereyan û mekanîzmên din ên gendeliyê hemû li ber pêşketina berdewam a aborî ya her welatekî kelem in. Ji ber vê yekê ez hêvîdar im ku Iraqî bibin yek û dijî gendeliyê şer bikin; nîşan bidin ku kesên gendel di birêvebirina welatê wan de cih nagirin.

Rûdaw: Ya ku Iraqî jî hêvî dikin û dixwazin bibihîzin ev bi xwe ye. Beşek ji serdana we bo Hewlêrê û her wiha kampeke penaberan bû. Berî ku em behsa pirsgirêka navbera Hewlêr û Bexdayê bikin, ez dixwazim behsa wê yekê bikim ku berî nêzîkî 6 salan, gava te serdana Herêma Kurdistanê kir, tu bi Serokê Partiya Demokrat a Kurdistanê, Serok Mesûd Barzanî re civiyayî. Tevî nebûna navnîşana wî ya hikûmetî, Mesûd Barzanî naskirî ye ku bidesthilattirîn û bibandortirîn serkirdeyê kurd e li Rojhilata Navîn û bi milyonan kurd li deverê peyrewên wî ne. Wek rojnamevanekî cihê pirsê bû ku vê carê di vê serdana te de hevdîtin di navbera we de çênebû. Gelo tu sedemeke taybet li pişt vê yekê hebû yan tenê tesaduf bû?

Antonio Guterres: Serdana min pir kurt bû. Min ew kes dîtin ku post û berpirsiyariya wan di hikûmeta herêma otonom a Kurdistanê de heye. Lê ez dixwazim tiştekî bibêjim ku bi rastî ji kûrahiya dilê min e. Tew berî ketina Sedam Hisên jî, ez beşdarî çend tevgerên siyasî bûm ku me bi xurtî piştgiriya gelê Kurd dikir. Elî Kîmyayî tê bîra min, bikaranîna kirêt a çekên kîmyewî dijî şêniyên kurd ên Iraqê.

Rûdaw: Sibe salvegera wê êrîşê ye.

Antonio Guterres: Erê, ev tiştek e divê em li bîra xwe bihêlin, çimkî tiştê qewimî qet ne cihê pejirandinê bû. Di dema borî de derfeta min çêbû ku ez Celal Talebanî nas bikim, tew ji ber têkiliyên ku min bi sedema çalakiyên dema borî hebûn, gelek pêwendiyên min bi Mesûd Barzanî re hebûn gava ez komîsarê bilind ê rêxistina koçberên navdewletî bûm. Ez van her du kesan wek du sembolên pir girîng dibînim bê çiqasî hevgirtî bûn û çawa bi hev re dixebitîn. Du sembolên girîng ên yekrêziya herêma otonom a Kurdistanê û gelê Kurd in. Daxwaza min ew e ku ew hevgirtina ku wan nûnertiya wê dikir, li Hewlêr, Silêmanî û bajarên din ên herêmê jî bê parastin. Bi nêrîna min ev hevgirtin pir girîng e. Di eynî demê de, ez di gotûbêjên xwe de ligel serok û serokwezîr li Hewlêrê û gotûbêjên xwe de li Bexdayê, geşbîn bûm dema min dît ku xwestekeke siyasî heye ji bo çareserkirina kêşeyên hilawîstî di nava çend mehên bê de, li ser petrol û budce û dabeşkirina samanên xweristî. Ji bo piştgiriya van hewldanan çi ji destê me bê em ê bikin. Divê em pêwendiyên Hewlêr û Bexdayê aram bikin. Her wisa divê em her tiştî bikin ku Iraqî bi giştî û gelê Herêma otonom a Kurdistanê bi taybetî bi hev re bibin yek û bi rêya diyalogeke piralî nakokiyan derbas bikin. Her wiha sûdê ji vê derfetê wergirin ku niha heye ji bo ku Iraq arasteya xwe biguhere ber bi vegerandina statûya xwe wek welat ji bona refaha gelê xwe. Her wiha, Iraq dikare li deverê bibe aktoreke girîng. Iraq dikare bibe pirek di navbera her du rexên Kendavê de. Me vê dawiyê peymana di navbera Erebistana Siûdî û Îranê de dît. Bi baweriya min, li navçeya Kendavê derfetên nû yên hevkariyê hene. Ez di wê baweriyê de me ku derfeteke pir baş a Iraqê heye ku bibe livînera bingehîn a vê proseya hevahengiya nû li deverê. Ango ev ne tenê têkildarî xweşjiyana gelê Iraqê ye, ev ne tenê derbarê aştî, aramî û demokrasiya çalak û xweşjiyana li Iraqê ye, lêbelê ev bi rola Iraqê ve girêdayî ye wek çavkaniya hevkariyê li deverê ku yek ji deverên herî hestyar û girîng ên tevaya cîhanê ye.

Rûdaw: Pirsa min a dawî li ser Iraqê ye, piştre em ê biçin ser mijara Sûriyê. Ez dizanim ku wextê me tixûbdar e û hûn yek ji kesayetiyên herî mijûl in li ser rûyê erdê, ji ber wan hemû kêşeyên ku li cîhanê hene. Pirsa min li ser mijarekê ye ku ji ber bûyerên Ukraynayê, nemaze di nava sala borî de, tu pir li ser axivî ku ew jî bingeha serwerî û rêzgirtina sînorên welatên din e. Lê li Iraqê jî xasma di van 10 salên borî de, li gor nûneratiya Iraqê li NY, Tirkiye û Îran sînorên Iraqê binpê dikin, bombebaran û operasyonên leşkerî pêk tînin û serdestiya siyasî li Iraqê çêdikin?

Antonio Guterres: Helwesta me pir zelal e. Divê rêz li yekîtiya xaka Iraqê bê girtin. Ev helwesta me ye. Min di serdana xwe ya bo Bexdayê de ev yek pir bi eşkereyî dubare kir.

Rûdaw: Ma dilgiraniya te nîne ku ev yek ne tenê li Iraqê lê li her derê bûye norm? Her welatekî ku tiştek li welatê cîranê wî ne bi dilê wî be dest bi operasyoneke leşkerî li nav axa welatê cînarê xwe bike?

Antonio Guterres: Mixabin, em zêdebûna van bûyerên ku cihê dilgiraniyê ne dibînin. Mînak jî wek te qal kir, dagîrkirina Ukrayna ji aliyê Rûsyayê ve ye. Lê wek min got, prensîba bingehîn a karnameya Neteweyên Yekbûyî [parastina] yekîtiya axa dewletan e.

Rûdaw: Ez ê bi lez biçim ser mijara Sûriyê. Piştî zêdeyî deh salan ji şer, vêga rewş tûşî benckirineke mezin bûye. Tu hêviyeke te ji bo çareseriyeke siyasî di demeke nêzîk de heye?

Antonio Guterres: Divê em tu carî bêhêvî nebin, lê em niha ji rewşeke ku rê bide çareseriya aştiyane ya hemû pirsan li Sûriyê, dûr in. Sûriye îro parçe bûye. Li Sûriyê artêş û hêzên welatên cuda hene. Li Sûriyê berjewendiyên cuda hene. Daxwaza min ji Sûriyan ew e ku bibin yek. Ger Sûrî nebin yek, dê di wê metirsiyê de bin ku her bibin qadeke lîstinê ya çalakiyên aliyên din. Divê Sûrî zora nakokiyên xwe bibin. Sûriye çavkaniyeke herebaş a şaristaniyê ye. Ger tu biçî Helebê, ku mixabin niha bi awayekî dramatîk di bin bandora erdhejê de ye, lê dema ku min serdana Keleha Helebê kir, min dît ku di axê de çend qatên şûnwarên cuda hebûn. Gelek çînên şûnwarên şaristaniyên dîrokî yên cuda di heman axê de ku li Sûriyê ne çirisîbûn. Sûriye welatekî comerd e. Tê bîra min dema ku min wek komîsarê koçberan serdana wê kir, min dît ku bi awayekî reftar ligel penaberên Iraqî li Sûriyê dihatin kirin ku li tu dereke din bi wan re wiha baş reftar nedihat kirin. Ne li kampên penaberan bûn, ji hêla xelkê ve dihatin mêvandarîkirin. Gelê Sûriyê layiqî aştiyê ye û daxwaza min ji Sûriyan ew e ku bibin yek. Nahêlin aliyên din çarenûsa we diyar bikin.

Rûdaw: Birêz Sekreterê Giştî, derbarê erdhejê, rexne li ser lihawarçûna NY hebû, ez dixwazim bilez behsa wê rexneyê bê kirin ka li ser çi bû. Wek tu dizanî, li her karesateke mirovî 72 demjimêrên pêşî pir girîng in ji bo rizgarkirina xelkê. NY çend hefteyan ma heta hevkariyên girêdayî erdhejê gihandin. Di demekê de ku aliyên din wek Erebistana Siûdî, Qeter û Herêma Kurdistanê jî karîbûn alîkariyan bigihînin, karîbûn xalên sînorî ji bo gihandina alîkariyên lezgîn bi kar bînin. Berpirsê Mirovî yê NY Martin Griffiths bixwe di twîtterê de dibêje ku NY alîkariyên pêwîst di dema wan de negihand, çima NY li gor pêwîst li hana gelê bakurê rojhilatê Sûriyê ve neçû?

Antonio Guterres: Bi dîtina min, girîng e li rastiyê bê mêzekirin. Alîkariya ku di 72 saetên ewil ên karesatê de hewcedariya xelkê pê heye, ji proseya rizgarkirinê pêk tê, rizgarkirin jî ji aliyê tîmên taybet ve ku kûçik û alavên giran bi wan re ne, tê kirin. NY û rêxistinên hevbeşên wê ne xwediyên amûrên wiha ne. Te dît ku ew hemû mirov ji welatên cuda ji bo alîkariyê hatin Tirkiyê. Lê mixabin neçûn Sûriyê. Ew li hana Tirkiyê çûn. Ev ne pirsgirêka NY bû. Ev rastiya meydanî bû. Ji bo wan hêsantir bû ku bigihin Tirkiyê, lê ez xema Sûriyan baş fêm dikim ku li dema pêwîst û bi lezgîniya ku divabû operastona rizgarkirinê negihişt wan, lê em wek NY ne xwediyê wê şiyanê ne. Em dikarin alîkariyên mirovî pêşkêş bikin, em şêwazên arîkariya mirovî bi awayên adetî pêşkêş dikin wek cihê manê, xwarin, tendirustî û ev tiştên wiha.

Rûdaw: Lê tîmên NY yên taybet hene ji bo alîkariya di demên karesatê de.

Antonio Guterres: Tîmeke me ya rizgarkirinê nîne. Şiyana me ya rizgarkirina di rewşa karesatê de nîne. Amûrên me nîn in ku pêwîst in ji bo rakirina xwelî û avahiyên hilweşiyayî. Ev ne tiştek e ku ajansên NY bikarin bikin. Ez xem û bêzariya xelkê têdigihim ku ew hevkarî nedidîtin û didîtin ku ew hevkarî ji welatên din diçûn ji Tirkiyê re, lê ez cardin dibêjim ev ne pirsgirêka Neteweyên Yekbûyî bû. Niha ku em diaxivin, 500 kamyonên alîkariyê yên NY di rê de ne. Pirsgirêk ew e ku sîstema piştgiriya mirovî ya Neteweyên Yekbûyî ji bo Sûriyê li Tirkiyê ye, tam li wê deverê ye ku erdhejê lêda. Vê yekê ji me re pirsgirêk çêkir. Çend karmend û hevkarên me bi sedema vê erdhejê canê xwe ji dest dan. Kêşe di veguhastina alîkariyan de hebû, lê em li gor şiyanê bilez liviyan û çer ku rê vebûn me dest bi tevgerê kir. Me karîbû rizamendiya hikûmeta Sûriyê jî wergirin ku hejmareke zêdetir a xalên sînorî bên vekirin, bêhtir ji ya ku Encûmena Ewlekariyê di çend rojên bê de daxwaza wan dike. Lewra, zelal e ku têkçûn hebû û pirsgirêk jî hebûn. Ez bawer nakim ku ev tenê têkçûna NY be, ev girêdayî sînordariya şiyana tevaya civaka navdewletî ye di alîkariya welatekî wek Sûriyê de ku ew hemû nakokî û cudahiyên siyasî lê hene, lê em her tiştî dikin ji bo alîkariya gelê Sûriyê li her derê. Daxwaza me ji destpêkê ve ew bû ku hemû xalên şandina alîkariyê vekirî bihêlin, çimkî ev pêwîst e ji bo ku em bikarin di vê rewşa dramatîk de alîkariya gelê Sûriyê bikin. Ez garantiyê didim ku çi ji destê me bê em ê bikin ji bo ku em bibandor bin di alîkariya me bo gelê Sûriyê ku ez rêzeke mezin li wan digirim. Eger me ji pêşî ve tişta pêwîst bû me nekir, helbet ez rexneyan têdigihim, tişta ji me were em ê bikin ji bo tawîzkirinê bi rêya zêdekirina şiyanên me li wir, bi rêya pabendiya me ya tevahî ji bo gelê Sûriyê.

Rûdaw: Pirsa min a dawî li ser kêmîneyan û kurdan li Sûriyê ye. Hin dibêjin bi sedema bêhêziya dewletê li Sûriyê û hemû kaosa ku heye, divê herêm û sîstema federal li Sûriyê bê avakirin, li gor te federalî pêwîst e di rojeva bê ya siyasî ya Sûriyê de hebe?

Antonio Guterres: Ne di destê min de ye ku ez bibêjim destûr li Sûriyê çawa be. Komîteya destûrî ji bo Sûriyan heye ku wek pêwîst û bi awayê ku em dixwazin karên xwe nakin. Lê di desthilata wan de ye ku divê destûra Sûriyê çawa be. Ez ji Sûriyan re nabêjim çi bikin. Tiştê ku ez dikarim ji te re bibêjim ew e ku dema ez komîsarê rêxistina koçberan a NY bûm, yek ji mijarên ku min li ser şer kir û min hewl jê re da, min bi serokê Sûriyê re li ser wê gotûbêj kir, ew bû ku divê welatînameyê bide şêniyên kurd li Sûriyê. Wek tu dizanî welatînameya wan nebû. Ev yek ji wan şeran bû ku min bi xwe li ser kar kir, çimkî wê demê, wek komîsarê koçberan Komeleya Giştî ya NY desthilat dabû min ku ez bi kêşeyan wan kesan re tevbigerim ku bê nasname bûn. Şiyana Kurdên Sûriyê, îcar her tiştekê ku destûrê diyar kiriye, rola wan a tevahî di jiyana Sûriyê de mijarek e ku min berî zêdeyî 10 salan hewldan li ser kiriye.

Hevpeyvîn: Rûdaw

Kurdistan Haberleri

Edebiyat û reşbînî
Ji bo Hevşaredara Dêrsimê biryara desteserkirinê hat dayîn
Ciwanekî Kurd ê Êzidî ji destê DAIŞê hat rizgarkirin
AK Partî: Di destûra nû de mafê zimanê dayikê û efûya giştî tune ye
'Hewlêr û Bexdayê li hev kirine, hinardeya petrolê di nêz de dest pê dike'