Di civînê de Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekgirtî Antonio Guterres got, pirsgirêkên Rojhilata Navîn bi hevûdu ve girêdayî ne û di nav wan de jî pirsgirêka Sûriyê û Kurdan.
Piştî bombebarankirina Dûma bi kîmyawî, çar caran Civata Ewlekariyê civiya ye, bê ku bigihe tu encamekî. Ew jî jiber vetoyên welatên endamên herdemî. Nûnera Amerîka li Neteweyên Yekgirtî de got, hikumeta Sûriyê 50 caran kîmyawî bikar aniye.