Hakan Fîdan: Serok Barzanî li herêmê xwedî roleke girîng e

.

Wezîrê Derve yê Tirkiyê Hakan Fîdan, di hevpeyvîne ligel kenaleke Iraqî de got ku pêwendiyên gelek baş ên Tirkiyê bi Hewlêrê û Serok Mesûd Barzanî re hene.

Hakan Fîdan ku bi eslê xwe Kurdekî ji bajarê Wanê yê Bakurê Kurdistanê ye, diyar kir ku Serok Barzanî ji bo çareserkirina pirsgirêkan li herêmê û Iraqê xwedî roleke girîng e.

Herwiha Fîdan got, ku rola Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî jî erênî ye û herêm hemû ji rola wî ya erênî agahdar e.

Fîdan ji bo Serokwezîr Mesrûr Barzanî jî da zanîn, Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî her dem hewla çareserkirina pirsgirêkên herêmê û dîtina rêyan ji bo pêşxistina jêrxaneya li Herêma Kurdistanê dide.  

Kurdistan Haberleri

15 hezar mamoste tên tayînkirin: Ji Kurdî re 6 kontenjan hatine veqetandin!
Amerîkayê bangî welatiyên xwe kir: Sûriyeyê biterikînin
BCFê alîkariya pere da 125 xwendekarên Efrînê
49 leşkerên Kurd çûn başûrê Kerkûkê
Qubad Talebanî û Alîkarê Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê civiyan