Hamaney: Êrîş Weke Sîleyê bû li Ruyê Amerîka

Rêberê olî yê Îranê Alî Hamaney li ser êrîşên bi mûşekan bi ser bingehên Amerîka li El-Esed daxûyanîyek da.

Navenda Nûçeyan- Rêberê olî yê Îranê Alî Hamaney li ser êrîşên bi mûşekan bi ser bingehên Amerîka li El-Esed daxûyanîyek da.

"Ew weke sîleyê bû li ruyê Amerîka " got Hamaney.

Wî îda kir pergala cîhanê diguhere û guhertinên mezin dê çêbin.

Hamaney pesnê Qasim Silêmanî da ku û got bi kuştina wî berxwedanek destpêkir û divê hebûna Amerîka li Rojhelata Navîn bidawî bibe.

Ji alîyê dinê ve Brîtanya jiber êrîşan Îranê şermezar kir û banga aramîyê kir.

"Em êrîşên Îranê yên bi ser bingehên ku leşkerên hevpeymanîyê pêk hat şermezar dikin. Di nav lekerkan de hêzên Birîtanya jî hene. Em bi lezgînî bang li Îranê dikin ku van êrîşên bi xeter û bê hed dubare neke alozîyê zêde neke" got Wezîrê Derve yê Brîtanya Dominic Raab.

Danîmarka û Norwec jî ragihandin ku di êrîşê de tu zîyanek bi leşkerek wan nebûye.

Ajansa Anadoluyê ragihand ku Wezîrê Derve yê Tirkîye Mevlut Çavuşolgu jibo kêmkirina alozîyê roşa Pêşemê diçe îraqê.

Dengê Amerîka

Rojhilta Navîn Haberleri

Gera yekem a hevdîtinên Amerîka û Îranê bî dawî bû
Serok Barzanî û Mezlûm Ebdî bi telefonê axivîn: Naverok eşkere bû!
Fransayê kuştina Elewîyên Sûriyê şermezar kir û banga lêkolîneke bêalî kir
Îsraîl: Colanî maskeyê xwe avet, terorîstekî Qaîdeyê ye
SOHR: Di şerê navbera Şamê û Lazkiyê de 311 kes hatin kuştin, belkî jî 524 kes