Hanîfî Turan: Prensîbên me daxwazên acîl ên Miletê Kurd in 

.

Berdevkê PAKê Hanîfî Turan der barê axaftina ku berê kiribû de daxuyanî da. Turan anî ziman ku gotinên wî ne temam in û ji wateya xwe qut bûne.


Turan gotinên xwe wiha eşkere kir.


“Carna di hinek hevpeyvînan de bi mûçinkê yek hevok derdixin pêş û ew peyama ku mirov dixwaze bide nagihîje raya giştî. Ev hevpeyvîn jî yek ji wan mînak e. Hevpeyvîn teqrîben 6-7deqîqe domand. Min gotibû PAK, PSK û TDK-TEVGER li ser hin daxwazên lezgin ên Miletê Kurd dixwazin aliyekî ava bikin. Herweha li gel xebata li ser daxwazên acîl yên miletê Kurd, em ewil dixwazin bi PDK-BAKUR, HAK-PAR, Hereketa Azadî û partiyên ku xwe weke Kurdistanî pênase dikin hevkariyek an aliyekî Kurdistanî avakin û dûre wan xwestekên Miletê xwe derxin pêş û bi HDPê jî bi HUDAPAR jî, CHP jî AKPê re jî ji bo daxwazên acîl hevdîtinan pêk bînin. Kî ji daxwazên me re bêje temam ji bo me ti pirsgirêk tüne ye. Ev ne tifaqa hilbijartinan e. De ka ev li kur û nûçeya di pêvekêde li kur.”

Kurdistan Haberleri

Nêçîrvan Barzanî û Mezlûm Ebdî civiyan
Serok Barzanî pêşwazî li Wezîrê Derve yê Fransayê kir
Ji zanîngeheke Amerîkayê biryareke dîrokî: Êdî komkujiyên li hemberî Kurdan tên arşîvkirin
Netanyahu: Îran gefeke mezine li ser Cîhanê
Barrot: Herêma Kurdistanê faktoreke girîng a ewlehiya herêmê ye