Belkî silava ”hun bixêrhatin” ne tam di cîh ê xwe de bê, ji ber ku ewan her dem di nav doza gelême de bûn – lê li platforma politîka anjî di meclisa Ankara de ewê tiștekî nû be bo wan/bo me û evê cara yekem bê, ku ewan her dû camêran hișkere û vekirî piștgirî û hevalbendîya gelê kurd bikin.
Tiștê baș û xweș ewe ku Hasan Cemal û Cengîz Çandar rojnamevanin (akademîsyan û entelektûelin) û eve mesleg karekî hesas û muqadese û ne karên hemû camêr/cajin û kurebavana.
Bê guman rojnamevanên ne demokrat û fașîst jî li Tirkîyê hene; lê li vir babetame rojnamevanî- ya ilmî, demokratî, xwedî karakter/cesûr û kurebavî/keçabavîye. Van her du camêran gelek salan bi pênûsa aqil, mêjîyên bi xîret û șeref, bi dilê xwe/ji dilê xwe li ser politîka tirkan ya nijadperest/șovenîst – lê li ser vî gelê bindest û bê-parêzer di nivîsandin û xwedî li doza kurdan derdiketin. Helbet tirs hebû, tehdîd hebûn û rih/can șêrîne – lé evan her du dostan gav pașde ne-avêtin û dostên xwe yî gelê kurd tenê nedihiștin û terka gelê kurd nedan di wan salên 1990 û 2010 de. Gelî xwendevanên Rûpela nû, hemî kes nikarê anjî hemî kes vê dozê nakê; eve ku em dibêjin ji vî karî re prensîb, bawerî, cesaret û xîret pêwîste. Di rojên bê-tirs û bê-qetlkirin/bê-cînayet de herkes karê xwe mîna dostê – bêdostan bidê nasîn, gelek kes karin xwe mîna biraderê kurdên bindest îlan bikin – lê eve ne rastîye/ne durustîye û ne jî axlaqîye. Min bi sedan nivîsên/makaleyên birêz Hasan Cemal di rojname ya Milliyet ê de di xwendin û ez heyranê cesaret û entelektûelîya wî, bawerî û felsefa wî di bûm: ma birêz Hasan Cemal ne ditirsa? Belê ew ditirsiha – ji ber ku ew jî mîna hemî merovan bi hîs, xem û xeyal û xwedî kes û mala - LÊ WÎ RÎSK DIANÎNA BER ÇAVÊN XWE. Di dema ku wî makalayên tehlîke(nivîsên bi me kurdan xweș, lê ji bo dewletê reș) di nivîsandin – rojêndin anjî carêndin wî babet dikire futbola bi mûzîk, anjî babetekedin ku ne sîyasîbû - da balkêșîya pîs û neqencan bibê alîyekedin.
Li ser xebatên birêz Cengîz Çandar ez bi xwe ne gelekî agadarim, lê helbet min tek tûk nivîsên vî dostî jî xwendina – ya herî baș ewe ku di vê biharêde șansêmin hebû ku min gelek sohbet û hevpeyvînên pêre guhdarîkirin. Bawerîyamin eve ku evan her dû îkonan(dilsoz, xweșbîn û cesûrin) xwedî heman felsefe û teorîyên kurdî/tirkîne.Ezê li vir bê teredût tiștekî/bawerîyeke xwe îlan bikim ku evan her dû îkonan, di nav sekûler/demokrat/sosyalîst anjî çepên tirkande ”KÜRTÇÜ”ne anjî kürtçüyên tirkana. Û ev tișt jî karekî pîrozî û serbilindayîye ke hem bo me kurdan û hem jî bo tirkan. Malî ava HDP/YSP ku ewan ev atmosfer çêkirin - qedr û qîmet nîșanî dostan dan. Divêt em kurd jî spasbûn, medalya û sembolên hêja taqdîmî dostên me yî xerîb(ku bo me tekoșînên hêja kirine/bedel daine) bikin; da ew jî bizanin ku ewan her tim di dilênme de ne. Weqfa Beșikçî, navê madam Miterand li deran ûhw pêwiste hebin û rojek ku em bûn xwedî dewlet; helbet emê hemî van dostên xwe yî li Awrupa, Amerîka, Tirkîye, Îran, Irak û Sûrîye ji bîr nekin û emê wan xelat bikin.
Ezê vê nivîsê bi çend rêzên ji nivîseke birêz Hasan Cemal (nivîs bi xwe gelekî dirêje u di meha adar ê de belavbûyîye) bi dawî bênim:
TU HÊJÎ ”YEK SALADÎTIR” MÛDET DIXWAZÎ, HÊJÎ QALA HELALKIRINÊ DIKÎ …….
Te bingeha dezgehên demokrasîyê têkbirin
Dewleta huqûqî têkbir
Dad a azad/serbixwe te têkbir
Te girtîgeh tijikirin
Te sîyasetmedar, rojnamevan, hûnermend, komel- û civakên sivîl li ber deryên mahkeman û girtîgehan perîșankirin.
Ev çend salin ku Selahettin Demirtaș girtîye
Ev çend salin ku Osman Kavala girtîye
Gelek tirk û kurdên ku ev kaxez têrênake ku navên wan li vir cihbigrin, ev çend salin girtîne……. (1) ………..
Çavkanî
Nivîsa Hasan Cemal ji - Kaynak: T24