HAT NÛKIRIN - Li Mêrdînê bahilgirek kete nav xelkê: 20 mirî û 26 birîndar

.

 Li Mêrdîna Bakurê Kurdistanê bahilgirek kete nav xelkê û di encamê de 20 kesan canê xwe ji dest dan û 26 kesên din jî birîndar bûne ku ji wan birînda 6 kesan dijwar e.

Li gor agahiyên hatin bidestxistin, li navçeya Dêrikê ya Mêrdînê frêna bahilgirek teqiya, bahilgirê pêşî li du otomobîlan dan û piştre kete nav qehwexaneyekê.

Tîmên polîs, agirvemirandi û Tenduristiyê çûn cihê bûyerê. 

Di vê navberê de barhilgira ku bi lez ji rêya Mêrdîn-Dêrikê dihat kete nav qerebalixa welatiyên ku ji bo alîkariya bûyera trafîkê li cihê qezayê bûn.

Weke teqwiye gelek tîmên AFAD, agirvemirand û tenduristiyê bo cihê bûyerê hatin şandin.

Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê Suleyman Soylu jî di hesabê xwe yê medyaya civakî de wiha got, "Mixabin îro di qezayên trafîkê de qirika me tejî bû. Li Mêrdînê li heman cihî, li pey hev du qeza pêk hatin. Hemû tîmên me seferber in. Li gor tespîtên ewil 10 kesan jiyana xwe ji dest dane. Birîndarên ji bo nexweşxaneyan hatin veguhestin.”

Ji aliyê din Wezîrê Tendirustiyê yê Tirkiyê Fahrettin Koca jî li ser hesabê xwe yê Twitterê derbarê bûyerê de ragihand ku di emcama qezayê de 19 kesan canê xwe ji dest dane û 26 kesên din jî birîndar bûne.

Fahrettin Koca wiha dibêje: "Em bi nûçeya qezayeke duyemîn lerizîn. Li tanga sê rêyê ya Dêrika navçeya Mêrdînê tira ku frêna wê teqiya ket nav qerebalixê û ji ber qezayê 19 kes mirin, 6 jê dijwar 26 kes birîndar bûn.  Xwedê rehma xwe li kesên mirin bike, serê malbatên wan sax be, şifaya xêrê bide birîndaran. Ji bo dermankirina birîndaran hemû derfet hatin seferberkirin. Hêviya me ew e ku ji ber qezayên trafîkê yên li Dîlok û Mêrdînê em êşeke nû nekşînin. Wek gel em xemgîn in."

Kurdistan Haberleri

Serokê Îtîlafê: Me lêkolîn ji bo kiryarên li gundê Kaxirê vekiriye
Li Swêdê Jinek bi Tawanên Şer Dijî Êzîdîyan li Sûrîyê Hate Tawanbar Kirin
Li Hewlêrê nûnertiya bazirganî ya Erebistana Siûdî hate vekirin
Ji Xemîs Xencer peyama Kurdî: Em alîkariya gelê Kurd a 2014an qet ji bîr nakin
Ew dersên ku Kurd pêdivîye li şoreşa “Jin, Jiyan, Azadî” werbigrin