Hawar Bazyan / Rûdaw
Ji bo ku em bikarin bersiva neyînî ya vê pirsê derbas bikin ku "siyaset ne başî û nebaşî, lê berjewendî ye", pêwîst e em deriyekî nû ji vê pirsê re vekin: Gelo kîjan berjewendî heye ku Amerîka ji gelên bêkes wek Efxanan û bêwelat wek Kurdan nêzîk dike? Gelo di bingeh de Amerîka xelasker û avaker e yan keysbaz û wêranker e?
Gelo çêdibe em "êriş, têkdan û dû re vekişînê" wek berjewendî bibînin xasma ku bihaneya herdemî ya zilhêzan ji bo desttêwerdana di welatan de "rizgarî, azadî û avedanî" bû, lê çima em berevajî vê dibînin û dîrok xwe li ser gelên di aliyê siyasî de lawaz dubare dike?
Gelo dibe pirsgirêk ne ew be ku gel û welat ne serkeftî bûn, berjewendiyên xwe hevarasteyî berjewendiyên zilhêzan û xasma Amerîkayê bikin? Nêrîneke din jî heye ku berjewendiya Amerîka li her cihekî kuta bûbe, qeyrana rasteqîn dest pê kiriye. Bi piştgirêdana bi çend çavkaniyên dîrokî, em ê vê mijarê di sê rehendên dîrokî, mirovî û siyasî de bigengêşin.
I. Di dîrokê de û li gor ezmûna gel û welatên din, desttêwerdana Amerîka ya rasterast, yekalîker û eşkere di kar û barên navxwe yên bêhtirî 20 welatên cuda de hebû. Lê di gihiştina wê armanca ku karê xwe li ser vehûnabû, li gor nirxandina Amerîkiyan bi xwe di ti yekê ji wan de "ne serkeftî bû" û tew di lûtkeya qeyran û pirsgirêkan de gel û welat tenê li şûn hişt. Zindîtirîn mînaka wan welatan di dîroka hevçax de, dibe ku dagirkirina Haiti (1915-1934), û şerê Viyetnamê (1954-1975) û şerê Efxanistanê (2001-2021) û hilweşandina rejîma Sedam Hisên (2003-2021) diyartirîn nimûneyên mijarê bin, ku Amerîka serokatî li wan kir. Li gor nirxandinên fermî yên Washingtonê bi xwe, Amerîka di ti yek ji wan şeran de, xasma li Haiti û Viyetnamê "ne serkeftî bû" ku merema xwe ya sereke bihingêve û berjewendiyên xwe û wan welatan biparêze.
II. Di aliyê mirovî de, Amerîka di hemî şeran de "ziyaneke mezin" gihand gel û welatan û tew gihand xwe jî. Qurbanî pir zêdetir bûn ji wê sûda diyarî wan kir yan soz da wan. Di şerê Haiti de, bêhtirî 15 hezar hevwelatiyên sivîl ên bêtawan hatin kuştin. Di gergerîneka Viyetnamê de sê milyon kes ku bêhtirî 58 hezaran ji wan Amerîkî bûn, bûn qurbanî. Şerê Efxanistanê, 240 hezar kuştî jê peyda bûn ku nêzîkî çar hezaran ji wan eskerên Amerîkî bûn. Di şerê Iraqê de, hejmara kuştiyên eskerên Amerîkî bo nêzîkî 5000 leşkeran bilind dibe, ji bilî ku li gor amarên resmî yê Pentagonê, bi dehan hezar hevwelatiyên Iraqî bi sedema vî şerî hatin kuştin.
III. Destkeftên siyasî yên Amerîka di van her çar şerên nimûneyî de ku dîrokî ne, li gor çavkaniyên fermî yên Amerîkayê "ne hêjayî wê bihayê bûn" ku seba wan şer gurr kir. Li Haiti û Viyetnamê, Amerîka bi ser neket û welatekî wêran ji bo navçeyê li şûn hişt û dawiya dawî bi neçarî welat radestî xelk û cînarên wî kir; tew li Viyetnamê rastî şikestineke dîrokî ya mezin hat ku di dawî de Çîn serkeftîtir derket.
Amerîka li Efxanistanê ku ji bo şerê terorê çûbû, Qaîdeya Bin Laden da "şikandin", lê radestî Mela Heybetullahê Talibanî kir! Senaryoya aştiyê bi Tevgera Talibanê re kir hêncet daku ji wî welatê rizgar bibe û tew berî çûna xwe, rewatiya siyasî diyarî Talibanê kir û hêzeke mezin a derûnî û cemawerî pêşkêşî wê tevgerê kir daku rê bide xwe berî wada derketina fermî ya Amerîka ji wî welatî ku 11ê îlona 2021 hatiye danîn, Efxanistanê dagir bike û destkefta siyasî ya Amerîka û hevalbendên wê piştî 20 salên şer ji sifrê nêzîk bike.
Li Iraqê ku hevrikiya derketina temamî ya Amerîka ji wî welatî heye û beşekî wê yê zêde bi xwestina Îranê ye, hevdem xwesteka rêjeyî ya Amerîka jî li ser e. Derketina hêzên wî welatî ji Iraqê, rasterast nakokiyên bêhtir dixe nav hêz û grûpên şîe yên ser bi Îranê, suniyên ser bi Erebistana Siûdî, Iraqiyan bi xwe û tirkmenên ku bi nêt in Tirkiyê jî bikişînin hundir û ev belgeyeke zelal û eşkere ye piştî derketina Amerîka ji wî welatî, Iraq dê bibe meydana pevketina berjewendiyên bêhtirî pênc arasteyên olî û neteweyî yên cuda, ku Kurd yek ji wan in.
Bi baweriya hin siyasetvanên Kurd, Iraqeke aloz di sûda Kurdan de dibe ku dibe ku ev nêrîn piştî giştpirsiya serxwebûnê di sala 2017an de û bûyerên dû re bêreng bûbe, Kurdan tê de bi sedema dorpêçên aborî û siyasî hemû kar kirin ku nêtpakiya xwe ji Bexda, cînar û cîhanê re teqez bikin ku hewla welatê serbixwe nadin û tişta hat kirin tenê "giştpirsiyek di çarçoveya azadiya radebirînê de" bû ku bê guman serxwebûn mafê dîrokî yê gelê Kurd e û nayê înkarkirin. Ger em di çarçoveya mijarê de bimînin, Amerîka û helwestên wê li hember Kurdan di mijara giştpirsiyê de, sedemeke sereke bûn di wê rewşa xerab de ku bi ser Kurdan de hat, bi kêmanî piştî ku "nakokiyeke bêwate" ya birêveçûna giştpirsiyê kir û dû re jî "bêdengiyeke watedar" li hember êrişên li ser Kurdan hilbijart.
Ji bilî van, rewşa aborî ya welatan piştî derketina Amerîka wêraniyeke mezin bû ji qerz, hejarî, bêkarî û herifîna hundirê hevwelatiyan ku hokara wê ya sereke heman fezaya şer e ku tê de ti bazarek ne germ e ji bilî bazara çekan di destê hevwelatiyên hêrsok de! Herwiha aliyê civakî û civaka sivîl, ku tê de wek mînak jin wek derfet dibînin sûdê ji kultûra welatekî rojavayî werbigirin ku Amerîka bi navê demokrasiyê û seba pêkhateyên olî û neteweyî yên cuda, mecala beşdariya jinan di pêvajoya siyasî de berdest dike. Lê piştî vekişîna wan hêzan ji welêt ev çand û dengê rêxistinan û giraniya civaka sivîl (eger tam ji nav neçe jî) ber bi bêrengiyê diçe, xasma ku ev diyarde li cem piraniya civakê wek diyariyekê ji dijminê "dagirkar" ve tê hesibandin.
Derencam
Ti hêzek nikare bi hêza çekan aştî û aramiyê ji gelên di bin destên rejîman de berdest bike; dibe ku milet û netewe di demeke dîrokê de dagirkirî bin yan pêwîstiya wan bi hêzeke biyanî hebe da wan derbas bike, lê dawiya dawî tenê ew netewe rizgar bûne ku zûzûka xema xwe xwarine, rasterast dest bi azadkirin û avakirina welêt kirine û berjewendiyên xwe bi berjewendiyên welatên zilhêz ve girêdane, bi awayekî ku ne amrazeke demkî lê hevbeşên berdewam bin. Mînaka herî diyar Hindistana li bin destê Brîtanya û Cezaîra li bin destê Fransa û herwiha Lîbyaya dagirkiriya Brîtanya û Fransayê ku tew kêşeyên vêga yên wan welatan têkildarî berjewendiyên yekalî û siyasetên taybet ên Amerîkayê ne. Yên serkeftî ew milet in ku rê nedan sal û dehan sal di ser mana hêzên biyanî re derbas bibin û bigihe rewşekê ku derxistin an mana wan mîna hev be; bi awayekî ku vekişîna wan şer çêbike û mana wan jî aloziyan peyda bike.