HDK: Em radestkirina Mistefa Selîmî mehkûm dikin

Roja yekşemê Mekteba Sîyasî ya Hizba Demokrata Kurdistanê (HDK)  daxuyanîyek derbarê radestkirina xebatkar û Pêşmergeyê RoJihilatê Kurdistanê daxuyanîyek belav kir. HDKê radeskirina Mistefa Selîmî bi tûndî mehkûm kir.

Navenda Nûçeyan - Roja yekşemê Mekteba Sîyasî ya Hizba Demokrata Kurdistanê (HDK)  daxuyanîyek derbarê radestkirina xebatkar û Pêşmergeyê RoJihilatê Kurdistanê daxuyanîyek belav kir. HDKê radeskirina Mistefa Selîmî bi tûndî mehkûm kir.

Piştî ew koma xîyaneta nava YNKÊ ya 16ê Cotmeha 2017an encam dabûn Mistefa Selîmî radestî Îranê kirin û Selîmî ji alîyê Komara Îslamî ya Îranê ve hat îdamkirin, nerazîbûneke zêde ya xelkê dijî YNKê çêbû.  

HDKê derbarê wê buyerê de daxuyanîyek belav kir û tê da ragihand ew girtin û radestkirina Mistefa Selîmî bo Îranê bi tûndî mehkûm dikin û hêvî dikin  Hikûmeta Herêma Kurdistanê derbarê buyerê de rastîyan aşkere bike û kesên töhmetbar werin cezakirin.

Siyaset Haberleri

Parlamentoya Îraqê biryar da ku Helebce bibe parêzgeh
Nêçîrvan Barzanî û Ehmed Şer civiyan
NYT: Li Sûriyê zêdetirî 100 kargehên çekên kîmyewî hene
Şanda Rêveberiya Parêzgeha Helebê serdana ENKSê kir
Rêber Ehmed: Kurdistan pabendî rûbirûbûna tawanên rêkxistî û torên bazirganîkirina bi mirovan e