HDK-Î, daxwaza aramkirina aloziya di navbera herdu baskên Komela Zehmetkêşan dike

.

Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê (HDK-Î) daxwaza aramkirina rewşa ku îro di navbera Komeleya Zehmetkêşên Kurdistanê û Komela Şoreşgerî ya Zehmetkêşên Kurdistana Îranê li gundê Zirgiwêz derketiye, dike.

Îro danê sibê li gundê Zirgiwêz ê parêzgeha Silêmaniyê şer û pevçûn di navbera Komaleya Zehmetkêşên Kurdistanê û Komela Şoreşger a Zehmetkêşên Kurdistana Îranê de derketin. Di encamê de du Pêşmergeyan canê xwe ji dest dan.

Navenda Rêveber a Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê (HDK-Î) derbarê vê aloziyê de, bi daxuyaniyekê daxwaz ji partiyan kir ku xwe bigirin û rê nedin rewş tal û aloztir bibe.

Navenda Rêveber a HDK-Î tekez kir, tiştê bûye ne di berjewendiya Komale û ne jî di berjewendiya tevgera Kurd de ye, ji bo çareseriya pirsgirêkan jî, ev rewşa derketiye ne çareseriyeke guncaw e.

Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê di daxuyaniyekê de ragihand, ji bo rêgirtina li her aloziyeke zêdetir, ew amade ne rewşê aram bikin.

Kurdistan Haberleri

Li Brûkselê semînereke danasîna PWKyê û rojeva sîyasî ya Kurdistanê!
2 Kurdên Êzidî yên ku ji aliyê DAIŞê hatibûn revandin vegeriyan Başûrê Kurdistanê
Serokkomariya Sûriyeyê li ser Konferansa Neteweyî ya Rojavayê Kurdistanê daxuyanî da
MÊRDÎN - 50 saliya nivîskariya Berken Bereh hat pîrozkirin
Jineke ji Rojhilatê Kurdistanê ferhenga Kurdî ya termên yasayî amade kiriye