Partiya Demokratik a Gelen HDPê Komisyona Hilbijartinan, raporek di derbarê navên polis û leşkeran ên ku li bajarên kurdan hatine tomar kirin, amade kir.
Rapora HDPê ya şopandina hilbijartinan, listeyên navên tomarkirî yên sexte hatine destnişan kirin.
Rapora mijara gotinê, ji Komeleya mafê Mirovan, Rêxistina Karên Ewlekariya Ewropa, Sendikayên Parêzeran û Komeleyên Sivîl ên Navdewletî re, hatiye şandin.
Li gorî Raporê, li 45 Bajar û Navçeyan 33 Hezar navên sexte hatine tespit kirin û piraniya van navan li avahiyên polisan, leşkeran û navendên ewlekariyê ne.