Li gor nûçeya Mahmut Ilicaliyê rojnameya Hurriyetê, HDP ji bo tifaqa hilbijartina 24ê Hezîranê bi partiyên çep, sosyalîst û grûb û partiyên kurd re hevdîtin pêk anîn. Partiyên Kurdistanî ku ji PSK, PAK, PDK-Bakur, PDK-T û Hereketa Azadî pêk dihat ji bo tifaqa hilbijartinê pêşniyar hem li HDP û hem jî li HUDA-PARê kir. HDPê pêşniyar red nekir û bersiva ku wê di lijneyên partiyê de binirxîne da.
Di berdewamiya nûçeyê de hat gotin ku cara yekemîn nêzîkbûna herdu partiyan bû sedema nîqaşan û ji bo nûçeyên ku wê tifaq were sazkirin li raya giştî hatin parvekirin bertekên tund hatin nîşandan. Hem endam û rêvebirên çep û sosyalîst û hem jî hevserokê HDPê Sezai Temelli li dijî tifaqa HUDA-PARê derketin û ragihandin ku partî ji vê tifaqê re ne amade ye.
Li gor agahiyan hevdîtinên HDPê bi Partiyên Kurdistanî re didome û eger lihevhatin çêbibe dibe namzed ji lîsteyên HDPê têkevin hilbijartinê.