”Hebûna leşkerên Tirk ên li Herêma Kurdistanê ne yasayî ye”

5 partiyên li Parlamentoya Herêma Kurdistanê derbarê hebûna leşkerên Tirk li herêma Başîqa ya Mûsilê de ragihand, helwesta Tirkiyê deryasayî ye û li dijî qanûna bingehîn e.

5 partiyên li Parlamentoya Herêma Kurdistanê derbarê hebûna leşkerên Tirk li herêma Başîqa ya Mûsilê de ragihand, helwesta Tirkiyê deryasayî ye û li dijî qanûna bingehîn e.

Her penc partiyên li Parlamentoya Herêma Kurdistanê, Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK), Tevgera Goranê, Partiya Yekîtiya Îslamî ya Kurdistanê (Yekgirtû), Partiya Kominist a Kurdistanê û Partiya Tevgara Îslamî (Bizutnewe) derbarê hebûna leşkerên Tirkiyê li herêma Başîqayê de daxuyaniyekê hevpar da.

Di daxuyaniya hevpar a her 5 partiyan de hat gotin ku hebûna leşkerên Tirk ên li Herêma Kurdistanê ne yasayî ye û biryara Parlamentoya Kurdistanê hatiye binpêkirin û  daxwazkirin ku di zûtirîn demê de leşkerên Tirk derkevin.

Berdewamiya daxuyaniyê de tê gotin: "Niha beşek leşkerên Tirk sînor derbas kirine û di nava xaka Herêma Kurdistanê de bi cih bûne.  Ji ber vê yekê hebûna van hêzan deryasayî ye. Binpêkirina biryara parlamentoya Herêma Kurdistanê ye û binpêkirina serweriya xaka Herêma Kurdistanê ye. Em daxwaza dikin ku ew hêza Tirkiyê di zûtirîn demê de vegere Tirkiyê.”

Rojhilta Navîn Haberleri

Gera yekem a hevdîtinên Amerîka û Îranê bî dawî bû
Serok Barzanî û Mezlûm Ebdî bi telefonê axivîn: Naverok eşkere bû!
Fransayê kuştina Elewîyên Sûriyê şermezar kir û banga lêkolîneke bêalî kir
Îsraîl: Colanî maskeyê xwe avet, terorîstekî Qaîdeyê ye
SOHR: Di şerê navbera Şamê û Lazkiyê de 311 kes hatin kuştin, belkî jî 524 kes