Hejmara 19em ya Psychology Kurdiyê derket

.

Kovara Psychology Kurdiyê ji sala 2016an ve ji çar mehan carekê tê weşandin.

Her hejmar cih dide dosyeyeka taybet û nivîsên têkildarî derûnnasîyê yên curbicur.

Edîtoryaya kovarê di vê hejmara Psychology Kurdî ya nû de dîsa cih daye mijareka girîng bi dosyeyeka bi navê ‘Medya û Derûnnasî’yê.

Ev hejmar bi gelek nivîs û gotarên curbicur li ser medya û derûnnasîyê pêşberî xwînerên xwe ye.

Kovara ku di bin banê Avestayê de weşanê dike bi edîtoriya Abdulsittar Özmen, Siyabend Aslan, Samed Doğan, Leyla Turhan û Gülperî Gündüz ve tê birêvebirin.

Naveroka hejmarê bi vî awayî ye:

Li Tirkiyeyê Bandora Derûnî ya Erdheja 2023an 

Jan Ilhan Kizilhan, Johanna Neumann, Siyabend Aslan, Erdal Aladağ, Abdulsamet

Doğan, Abdullatif Meşe, Ahmet Bekisoglu, Thomas Wenzel

Wergera ji îngilîzî: Abdulsıttar Özmen

Bengîtiyên Dîjîtal û Bêpergaliyên Derûnî yên Modern 

Azad Dildar

Çima Çapemenî Her Tim di Çalê de ye? 

Ali Duran Topuz

Rojnamegerên Kurd li ser Ragihandina Bûyerên Trawmatîk Diaxivin 

Psychology Kurdî

Di Jiyana Perwerdehiyê de Sûdwergirtina Xwendekaran ji Medyaya Civakî 

Enver İleri

Mafên Zarokan û Medya 

Gülperi Gündüz

Hevpeyvîn bi Cemal Dindar re

Wergera ji tirkî: Ali Akan

Medya û Bandora Wê ya Derûnî: Rê û Rêbazên Xweparastina ji Dezenformasyonê 

Nuh Bozkur

Bandora Medyaya Civakî ji Aliyê Derûnî ve 

Hataw Ahmed Sharif

Wergera ji soranî: M. Ali Erol

Bandora Medyaya Dîjîtal li ser Tendirustiya Zarok û Kamilan 

Bernhard Sandner

Wergera ji almanî: Siyabend Aslan

Bengîtiya Ekranê 

Leyla Turhan

Bandora Medyayê ya li ser Xwekuştinê 

Samed Doğan

Averşêyayîşê Tarîxî de Psîkolojîyê Medya 

Erdal Gül

Gîskê Gurî 

Hoşeng Nizarî

Ji bo Zarokên Astengdarên Zihn ên di Asta Perwerdehiyê de Piştgiriya Şiyanên Ziman û Axaftinê 

Wehab Şehîn

“Şitla Windayî” û Hêviyên Bêsînor 

Mesut Umar

Pirs û Bersiv 

Bi Reşo Zîlan re

Termên Derûnnasiyê 

Psychology Kurdî

Siyaset Haberleri

Beşar Esed efûya giştî derxist
Tiştê ku divê nifşê nû derbarê Dr.Şerefkendî de bizanibe
Kerkûk.. Du teroristên DAIŞê berî xwe li nav xelkî biteqînin hatin kuştin
Li Silêmaniyê êriş: Kuştî hene
Nêçîrvan Barzanî: Divê her kes hewla hilbijartineke aram bide