Hejmara 478an a rojnameya Agirî ku zimanhalê Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê ye hat weşandin

.

Di hejmara nû ya rojnameya “Agirî” de, helwêstên Hizba Dêmokrat û gotarên nivîskar û xebatkaran û nûçeyên mafê mirovî û mijarên cuda cuda hatine weşandin ku mijar û gotarên vê hejmara Agirî wiha ne:

Manşêt Rûpela 1 - Rêzdar Mistefa Hicrî: Heta gihîştin bi armancên bilind ên Şehîdan, Kurdistan çeperek avedan û liserpêsekinî ye.

Rûpela 2 - Peyaman Navenda Birêveberiya Hizba Dêmokrat a Kurdistana Îranê  Bi hilkefta 32emîn salvegera terorkirina “Dr. Şerefkendî” û hevalên wî.

Rûpela 3 - Peyama Navenda Birêveberiya Giştiuya Hizbê bi hilkefta duyemîn salvegera tevgera Jînayê.

Rûpelên 4 - Spasnama Hizba Dêmokrat a Kurdistana Îranê bi boneya birêveçona mangirtina

giştî ya xelkê Kurdistanê.

Û Peyama PSK-Partiya Sosyalîst a Kurdistan bi hilkefta 32 emîn salvegera şehîdbûna Dr. Şerefkendî û hevalêt wî.

 Û Peyama Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) li 32emîn salvegera şehîdên Mîkonosê”, dikevne berçav.

Rûpela 5 û 6 hatine terxankirin bo gotarekê - Tiştê ku divê nifşê nû derbarê Dr.Şerefkendî de bizanibe, ji nivîsa Dr. Mecîd Heqî.

Rûpela 7 gotara - Jîna bo gelên di bin dagirkariya rêjîma Îranê re bû remza azadiya!, nivîsa Eskender Ceiferî.

Herwisa li sitûnekê de li rûpela 7ê de çend gotin û Nêrîna lîderan jî têne dîtin.

Rûpelên 8  gotara - Kurdistan hertim zindî ye, nivîsa Hesen Mukerem.

Rûpela 9 de gotarek hatiye weşandin li jêr nave “Xebat” ji nivîsa Sîmîn Rûhanîzade

Rûpela 10 gotara - Ew dersên ku Kurd pêdivîye li şoreşa “Jin, Jiyan, Azadî” werbigrin, nivîsa Elî Munezemî.

Rûpela 11 - Çend nûçeyên binpêkariya mafê mirov ji aliyê rêjîma Îranê li Kurdistan û Îranê de hatine weşandin.

Rûpela 12ê dawî rûpela hejmara nû a Rojnama Agirî, postêrek e ku temsîla salvegera 3 bûyerên pir jane bo gelê Kurd û Hizba Dêmokrat li meha Xermanaê de dike, Wek bûyerên,  Êrîşa mûşekiye rêjîma terorîste Îranê bo ser binkê Hizba Dêmokrat, û bîranîna şehîdên wê kiryara dirindane, Duyemîn salvegera şehîdkirina Jîna Emînî û serhildana pêre, û 32 emîn salvegera terora Dr. Şerefkendî û hevalên wî. Ev postêr bi dîzaynêrî û kêşana Serbest Urmiye hatiye amade kirin.

Desteya Agirî spas û destxweşiyê ji hemî wan kes û nivîskar û xebatkaran dike ku Agirî bi ked û zehmet û nivîsên wan tête xemilandin û weşandin.

Xwandevanên hêja hûn jî dikarin bo xwendina mijar û gotarên Rojnama Agirî, û dagirtina faîla PDF a Rojnameya “Agirî” serdana vê Lînkê bikin.

Kurdistan Haberleri

Serokwezîr li Zaxoyê kargeheke mezin vekir
Proseya guhertina demoxrafiya Efrînê berdewam e
Serok Barzanî: Divê zana û mamostayên olî rola xwe di bihêzkirina hesta niştimanperwerî û pêkvejiyanê de bibînin
Nivîskar û siyasetmedar Bîlal Hesen wefat kir
Em êrişen grubên çekdar ku ser bi Dewleta Tirk ve ne şermizar dikin