Hejmara 58an a Le Monde diplomatique kurdî derket!

.

Hejmara kanûna pêşîn a Le Monde diplomatique kurdî, bi naverokeke dewlemend derket. Rojnameya mehane ku bi çapa dîjîtal weşana xwe didomîne bi hejmara xwe ya 58an ji xwendevanên kurdî re careke din got merheba.

Xwendevanên rojnameyê, di vê hejmarê de, dê bikaribin gotar û analîzên wekî; li ser hilbijartinên Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê, filorta di navbera welatên Kendavê û Îsrailê de, têkoşîna cezayîrîyan a li dijî kolonyalîzmê, tevgera femînîzmê û pîşesazîya dermanan a li Afrîkayê û hwd. bixwînin

Lmd-kurdî, di beşa nivîsên redaksîyona kurdî de vê mehê cih daye gotareke girîng û balkêş a bi sernavê 'Paradîgmaya Nû: Ziman û Nasname' ya nivîskar û rojnamevan Abît Gürses. Herweha, hevpeyivîna ku Jînda Zekioğlu bi akademîsyen Avdo Karataş re di derheqê ciwanên kurdan yên li dîyasporayê de çêkirîye jî balkêş e.

LMd-kurdî, di vê hejmara xwe de rûpelên xwe bi wêneyên wênegirê kurd Mehmet Masum Süer xemilandîye. Hunermendê vê hejmarê ji bakurê Kurdistanê ye û niha xebatên xwe yên hunermendîyê li Amedê didomîne.

Xwendevan dikarin bi rêya malperên jêrîn yên medyaya civakî rojnameyê bişopînin:

Web: www.diplo-kurdi.com

Facebook: Le Monde diplomatique kurd

Twitter: @Diplo_Kurdi

Instagram: diplo_kurdi

E-Mail: info@diplo-kurdi.com

Rojnameya LMd-kurdî di bin banê RÛPEL MULTIMEDIA GMBHyê de, bi weşana dîjîtal xizmetê dide xwendevanên kurdî.

Birêveberîya LMd-kurdî

Kurdîstan Haberleri

Festîvala fîlmên kurdî ya Patrîsê dest pê kir
Li Parîsê Pêşangeya Wêneyan
14 jinên Kurd beşdarî pêşangeheke şêwekariyê ya Polonyayê bûn
Suryaniyên Sûriyê: Gotinên di destûra demkî de, dewama gotinên rejîma berê ye
Komîteya Destûrê: Navê welat wekî Komara Erebî ya Sûriyeyê dimîne