Hejmara çarem a Kovara Kubarê derket

.

Hejmara nû ya Kovara Kubarê derketiye. Kovarê di vê hejmarê de hevpeyvînek bi stranbêja Ciwan Rojbîn Kizil û yek jî bi Harman Zêroyê re hatiye kirin.

Hejmara nû ya Kovara Kubarê, kovaya modeyê bi awayekî dîjîtal çap beye. Kovarê di hejmara xwe ya nû de bi stranbêja ciwan Rojbîn Kizil hevpeyvîn kiriye. Her weha bi modevan Harman Zêroyê re li ser modevaniya wê hevpeyvînek di kovarê de belav bûye. 

Kovarê di vê hejmarê de cîh daye jiyana Ayşe Şanê û mijarên wekî rewşa remlan, xemla jinan ya li dengbêjiyê, stres, çêkirina çay û xwarinan, helbest, şêwaza salên 70yî, girîngiya bihîstinê, Kurdish Women Podcastê û hinên din. (FD)

Ji bo hejmara çarem ya kovarê hûn dikarin lînka li jêr bitikînin:

https://kubarkovar.wordpress.com/2021/01/15/kubar-4/

Kurdîstan Haberleri

Heyeta PWKyê Li Parîsê Seredana Nûneratîya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ya Fransayê Kir
Heyeta PWKyê  Li Parlamentoya Hollandayê Li Gel VVD (Partîya Gel a Azadî û Demokrasîyê) Hevdîtinek Pêk Anî
ZAXO - Keçeke din a Kurd a Êzidî hat rizgarkirin
Hosteya dawî ya qir û qafikan: 45 sal in vî karî dike
Ji bo 2 pirtûkên Weşanên Aryenê biryara komkirinê hate dayîn