Hejmara giştî gihîşt 40 hezaran: 26 mirin û 605 pêketiyên nû

Wezareta Tendirustiya Herêma Kurdistanê ragihand, di nav 24 demjimêrên borî de, 605 kesên din bi vîrusa koronayê ketine û 26 kesan jî ji ber wê nexweşiyê can dane.

Wezareta Tendirustiya Herêma Kurdistanê, da zanîn ku di 24 saetên borî de 4,987 pişkinîn hatine kirin û ji wan 605 kes pozîtîf derketine.

605 pêketiyên nû 254 kes li Hewlêrê, 107 kes li Silêmaniyê, 26 kes li Germiyanê, 190 kes li Duhokê û 28 kes jî li Helebceyê ne.

Herwiha 26 kesên di nav 24 saetên borî de jiyana xwe ji dest dane ku 8 kes li Hewlêrê, 9 kes li Silêmanî, kesek li Germiyanê, 7 kes li Duhokê û kesek li Helebceyê ye.

Li gorî daxuyaniyê 471 kes baş bûne ku ew jî 192 kes li Hewlêrê, 26 kes li Silêmaniyê, 39 kes li Germiyanê, 189 kes li Duhokê û 25 kes jî li Duhokê ne.

Tevî van amaran heta niha li Herêma Kurdistanê 39 hezar û 946 kes bi vîrusa koronayê ketine, 25 hezar û 263 kes baş bûne û hezar û 472 kesan jî jiyana xwe ji dest daye.

 

Kurdîstan Haberleri

Festîvala fîlmên kurdî ya Patrîsê dest pê kir
Li Parîsê Pêşangeya Wêneyan
14 jinên Kurd beşdarî pêşangeheke şêwekariyê ya Polonyayê bûn
Suryaniyên Sûriyê: Gotinên di destûra demkî de, dewama gotinên rejîma berê ye
Komîteya Destûrê: Navê welat wekî Komara Erebî ya Sûriyeyê dimîne