Hejmara Hevdemîn a kovara Şermola ya wêjeyî û çandî ku bi zimanê kurdî û erebî tê weşandin, derket.
Dosyaya vê hejmarê "Wêjeya Berxwedanê" ye. Ji ber girîngiya wê di jiyana civak û gelên ku dikevin ber dijwarî û metirsiyên çarenûsî de.
Ji pêşekiya hejmarê: "Wêje beşeke ku girîngiya wê ji ya sektorên din ne kêmtir e, bi taybetî di qonaxên çarenûsî yên civak, gel û welatan de, Wêjeya berxwedanê yek ji cureyên wêjeyê yên herî girîng tê dîtin ku bandoreke bêhempa li bîrdanka civakî ya gelan dike, nemaze heger xwedî naverok û şêwazekî bi nirx û bilind be.
Wêjeya berxwedanê weke pênase; ew berhemên nivîskî yên şêweyên wêjeyî yên curbecur mîna (roman, çîrok, helbest, gotar û…hwd) e, ku fikra xweparastinê (li dijî desthilatdariya li ser civak û welat) û berxwedana li hember dijmin, rave dike. Ji ber yekê têgeha berxwedanê ji bo pênaskirin û îfadekirina vê cureya wêjeyê ji hemû têgehên din rastir û duristtir e, berxwedan bi hevrikiya mirov a ji bo mayîn, hebûn û parastina nasnameya xwe li hember xeteriyên heyî, vê girêdayî ye. Wêjeya berxwedanê ne tenê bi berxwedaniya li dijî kolonyalîzm û dagirkeriyê yan jî dijminekî rasterast ve girêdayî ye, lê gelek şêwe û cureyên wê hene mîna; têkoşîna li dijî mêtingerî, neheqî, gendelî û keysbaziya civakê ye jî.…".
Di hejmara Hevdemîn de gelek mijarên wêjeyî û çandî ku ji aliyê bi dehan nivîskarên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, Kurdistan û welatên erebî, hatine nivîsandin, hene.
Hejmara Hevdemîn a kovara Şermola 156 rûpel in, bi kurdî û erebî hatiye çapkirin.
Di beşa kurdî de ev berhem hene:
Pêşekî:
- Wêjeya Berxwedanê; Ravekirina Azar û Têkoşîna Welat û Civakê ye.. (Desteya Sernivîskarîyê)
Analîzên hizrî:
- Wêje û Şoreş.. (Fehîma Deştan)
Dosyaya Hejmarê:
- Nêrînên nivîskaran der barê Wêjeya Berxwedanê de
Lêkolîn:
- Cizîrî û Felsefe.. (Diyar Bohtî)
Hevpeyvîna Hejmarê:
- Li Gel Nivîskar Merwan Berekat e (Aram Hesen)
Pirtûkên Derketî:
- Edebiyata Berxwedanê û Romanek Dema Şer.. (Lokman Polat)
- Pirtûkên Derketî.. (Desteya Sernivîskarîyê)
Werger:
- Sekvan.. (Liam O’Flaherty), Werger: Hişyar Murad
Çîrok:
Kerfiroş .. ( Abbas Abbas)
Helbest:
- Şehîda welat.. (Ebûdê Mexso)
Serbest:
- Ji gundên Kantona Kobanê(Qebecixê Mezin, Tehlikê, Mezra Sofiyan)..(Şerîf Mihemed)