Hejmara kuştî û birîndarên êrişa şeva borî Celewla eşkere bû

Hejmara kuştî û birîndarên êrişa şeva borî ya DAIŞê li ser hêzên Iraqî li gundekî Xaneqînê eşkere bû.

Navenda Nûçeyan- Şeva borî terorîstên DAIŞê li gundê Îslah yê nahîya Celewla ya Xaneqînê êrişî hêzên Iraqî kiribûn, ji ber wê jî şer derketibû.

Berpirsê asayişa nahîya Koks ya Xaneqînê, Simko Elî li ser wî şerî ji BasNewsê re got, di wî şerî de efserek, du serbaz û sivîlek hatin kuştin, efserek û du serbaz û 5 sivîl jî birîndar bûn. Yek ji birîndaran jin e.

Siyaset Haberleri

Keşeyê Dêra Kurdî: Kesên ku çûbûn Rojavayê Kurdistanê vedigerin Libnanê
Serokê Giştî yê Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) Mustafa Ozçelîk Li Parîsê Konferansek Da
Nêçîrvan Barzanî: Jinên Kurdistanê her tim avaker û parêzvanên xak û welat in
Jens Galschiøt: Em dê ji bo bibîranîna Enfalê peykerekî çêbikin
Xwepêşandanên Mahsa Amînî | Rejîma Îranê cezayê îdamê da 6 kesên din!