Hejmara kuştî û birîndarên teqîna Efrînê zêde bû

Rêxistina Mafê Mirovan li Efrînê navê 8 kuştiyan belav kiriye û kuştina 3 kesên din jî piştrast kiriye ku hîn nasnameya wan nehatiye naskirin.

Hejmara kuştî û birîndarên teqîna êvara duh Duşemê ya li bajarê Efrînê zêde bûye, lê hejmarên cihê hatine belavkirin. Walîtiya Hatayê ya Tirkiyê ragihandiye, 11 kuştî û 43 birîndar hene, lê Rêxistina Mafê Mirovan li Efrînê dibêje, di teqînê de 11 kes hatine kuştin û 36 kes jî birîndar in.

Rêxistina Mafê Mirovan li Efrînê navê 8 kuştiyan belav kiriye û kuştina 3 kesên din jî piştrast kiriye ku hîn nasnameya wan nehatiye naskirin.

Rêxistina Mafê Mirovan li Efrînê herwih hejmara birîndaran jî 36 kes ragihandiye, ku hejmarek ji wan jin û zarok in.

Li aliyekê din Walîtiya Hatayê di daxuyaniyekê de ragihandiye, ji ber teqîna êvara duh a li Efrînê 9 kes hatine kuştin û 43 kes jî birîndar bûne.

Êvara duh Duşemê 14ê Îlonê derdora demjimêr 18:00an teqîneke bihêz bajarê Efrînê yê Rojavayê Kurdistanê hejand.

Teqîn li nêzîkî Xaçerêya Kawa li navenda bajarê Efrînê û bi otomobîleke barhilgir a bombekirî hatibû encamdam.

Herêma Efrînê ji 18ê Adara 2020 ve di kontrola Tirkiyê û komên çekdar ên girêdayî Tirkiyê de ye.

Medyayên Tirkiyê duh hejmara kuştiyên teqîna li Efrînê 7 kes û hejmara birîndaran jî 40 kes diyar kiribûn.

Di teqîna li Xaçarêya Kawayê de gelek zirar gihîştiye avahî û otomobîlên derdorê.

Heta niha tu aliyekî berpirsiyariya xwe di ber vê teqînê de ranegihandiye.

 

Kurdîstan Haberleri

Festîvala fîlmên kurdî ya Patrîsê dest pê kir
Li Parîsê Pêşangeya Wêneyan
14 jinên Kurd beşdarî pêşangeheke şêwekariyê ya Polonyayê bûn
Suryaniyên Sûriyê: Gotinên di destûra demkî de, dewama gotinên rejîma berê ye
Komîteya Destûrê: Navê welat wekî Komara Erebî ya Sûriyeyê dimîne