Hejmara kuştîyên teqîna Efrînê 50 kes derbas kir

Hejmara kuştî û birîndarên teqîna duhî ya bajarê Efrînê zêde bû.

Navenda Nûçeyan - Duhî piştî nîvro, barhilgireke ku nêzîkî 10 bermîlên sotemenî hilgirtibû li nava bajarê Efrînê li nêzîkî bazarê teqîya û agirekî mezin jî vêket.

Destpêkê hat gotin ku di wê teqînê de nêzîkî 40 kesan hatine kuştin lê sazîya mafên mirov ya Efrînê ragihand, di wê teqînê de herî kêm 51 kesan canê xwe ji dest dane û zêdetir ji 140 kesî jî birîndar bûne .Piranîya qurbanîya welatîyên sivîl in û di nava wan de jî zarok hene.

Ji ber bihêzbûna teqînê û vêketina agir, piranîya terman şewitîne û nayin naskirin, ku hejmarek malbatên Efrînî dibêjin zarokên wan ji dema teqînê de winda ne û nikarin termên kurên xwe nas bikin.

Heta niha ti alîyekî berpirsatîya xwe li hember wê teqînê ranegihandîye.

Herwiha Rêxistina Mafên Mirovan belav kir jî, her duhî û di demjimêr 23:30 de otombîleke din a bombekirî li Efrînê li ser rîya gundê Keferşîlê li nêzîkî yarîgeha Efrînê teqîya, lê ti zîyanên canî nebûn.

Ji alîyekî din, walîtîya parêzgeha Hatayê ya Tirkîyê ragihandîye, wan ew kesê ku barhilgira bombekirî derbasî Efrînê kiribû, giritne ku endamekî YPGê ye. 

 

Rojhilta Navîn Haberleri

Wezîrê Samanên Xwezayî: Em bo hinardekirina petrolê bi Bexdayê re digehin çareseriyê
Fermandarê Hêza Qûds a Îranê li Bexdayê ye bi berpirs û fermandarên komên milîs re civiya
Amerîka: Em piştgiriya asayîkirina pêwendiyên Sûriye û Tirkiyeyê nakin
Mesûd Pizîşkiyan bû serokkomarê Îranê
Li Îtalyayê keştî bin av bûbû: 35 term hatin dîtin