Hejmara mirîyên keleka noqî avê bûbû derket 31’an

Ji keleka ku li Gola Wanê noqî avê bûbû û piştre di kûrahîya 107 metreyan de hatibû dîtin, 5 cenazeyên din jî hatin derxistin. Hejmara kesên ku di kelekê de jîyana xwe ji dest dane derket 31’an.

Di 27’ê Hezîranê de keleke ku di navbera 70-80 penaber têdebûn nêzî girava Çarpanaxê ya Gola Wanê noqî avê bûbû û piştre di kûrahîya 107 metreyan de hatibû dîtin. Di xebatên lêgerîna cenazeyan ku 17 roj in didome de îro jî serê sibehê cenazeyê 5 penaberan ji kelekê hat derxistin. Hejmara kesên ku di kelekê de jîyana xwe ji dest dane derket 31’an.

 

Her pênc cenazeyên ji peravê birin Sazîya Tipa Edlî ya Wanê. 

 

Siyaset Haberleri

Parlamentoya Îraqê biryar da ku Helebce bibe parêzgeh
Nêçîrvan Barzanî û Ehmed Şer civiyan
NYT: Li Sûriyê zêdetirî 100 kargehên çekên kîmyewî hene
Şanda Rêveberiya Parêzgeha Helebê serdana ENKSê kir
Rêber Ehmed: Kurdistan pabendî rûbirûbûna tawanên rêkxistî û torên bazirganîkirina bi mirovan e