Hejmara mirîyên nexweşîya Koronayê gihîşt 493 kesan

Hejmara kesên ku li Çînê û cîhanê ji ber nexweşîya Koronayê canê xwe ji dest dane, gihîşt 493 kesan.

Navenda Nûçeyan- Hejmara mirî û berkeftîyên nexweşîya Koronayê roj bi roj zêde dibe.

Li gorî agahîyan, hejmara mirîyên nexweşîya Koronayê, ku piranî li Çînê ne, îro danê sibê gihîşt 493 kesan. Hejmara berkeftîyan jî gihîştîye 24 hezar û 324 kesan.

Li gorî amarên dawî, heta niha nexweşîya Koronayê derbasî herî kêm 18 welatên cîhanê bûye.

 

 

Siyaset Haberleri

Keşeyê Dêra Kurdî: Kesên ku çûbûn Rojavayê Kurdistanê vedigerin Libnanê
Serokê Giştî yê Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) Mustafa Ozçelîk Li Parîsê Konferansek Da
Nêçîrvan Barzanî: Jinên Kurdistanê her tim avaker û parêzvanên xak û welat in
Jens Galschiøt: Em dê ji bo bibîranîna Enfalê peykerekî çêbikin
Xwepêşandanên Mahsa Amînî | Rejîma Îranê cezayê îdamê da 6 kesên din!