Hejmara Nozdemîn a kovara Şermola ya wêjeyî û çandî ku bi zimanê kurdî û erebî tê weşandin, derket.
Dosyaya vê hejmarê (Nivîsandin û Belgekirina Dîrokê) ye, ji pêşekiya hejmarê: "Nivîsîn û belgekirina dîrokê ji bo gel û neteweyan xwedî girîngiyeke mezin e. Neteweya ku guh nade vê yekê, dê rastiya dîroka wê were çelexwarkirin, piştguhkirin û jibîrkirin û di encamê de dê di devê hêzên dagirkeriyê de bibe pariyekî hêsan. Her wiha ew milet dê rastî qirkirina nijadî û çandî were. Weke mînak, niştecihên resen ên parzemîna Amerîkayê ji hêla dagirkeran ve hatin qirkirin û navê ``Hindiyên çermsor`` li wan hat kirin. Ji ber ku tu mîrateke şênber a nivîskî li ba wan tune bû, kesên ji wan sax man jî, nikarîbûn guhertin û çelexwarkirina ku der heqê dîroka wan de pêk hatiye, biguherin. Ji ber heman sedemê hin gelên Rojhilata Navîn rastî paşguhkirin û çelexwarkirina nasnameyê tên; her wekî gelê kurd. Gelên derdora wan hewl dan koka kurdan bi xwe ve girê bidin da ku wan di nava xwe de bipişêvin. Her wiha rojavaya sermayedar bi navê ``rojhilatnasiyê`` şandeyên mizgîndariyê şandin herêmê û wan karîbû gelên xiristiyanî li herêmê ji hev bixin. Ji aliyekî din ve şande hinartin herêmê da ku li cihên dîrokî û şûnwarî venihêrin û di encamê de herêm rastî dizîn, şelandin û çelexwarkirineke dîrokî ya bizanebûn ji hêla rojavaya sermayedar ve hat, û bi dehên hezaran şûnwarên dîrokî ji bo mûzexaneyên xwe veguhestin (dibe ku di cihine nehênî de jî veşartibin). Armanca wê ji vê yekê ew bû ku bi bûyer û tomarên kevin bilîzin û hin teoriyên dîrokî derxînin; her wekî teoriyên girêdayî koka hindo-ewropî ya hin neteweyên resen li herêma Mezopotamyayê.
Li Sûriyeyê jî, li şûna ku serê xwe bi cihêrengiya neteweyî û çandî ya ku ji hezarên salan ve li herêmê haye bilind bike, hewldan di salên borî de hebûn û hê jî hene ku şaristaniya kevin a ku li Sûriye û Iraqê derket, tenê bi nijadekê ve girê bide. Vê yekê hin caran ramanên nedurist û tundrew der heqê gel û pêkhateyên sûrî de peyda kirin.
Piştî guhertinên ku ji sala 2012an ve li herêmên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pêk hatin, hevpeymaneke civakî di navbera hemû gel û pêkhateyên herêmê de derket. Tê de jiyana hevbeş, danpêdana bi tevahî çand û zimanên xwecihî yên herêmê û azadiya weşandinê hatin pesendkirin. Tevî atmosfera vekirî li herêmên bakur û rojhilatê Sûriyeyê lê tu navend an jî saziyeke têkildarî lêkolînên dîrokî, Nivîsandin û Belgekirina Dîrokê tune ne. Bêguman pêwîstiyeke mezin bi navendine wisa heye da ku careke din ji nû ve li dîroka herêmê û gelên wê binihêrin û di encamê de sêwir, nerîn û ramanên çewt û nedurist çareser û sererast bikin û dîrokeke nû binivîsin lê vê carê bi destê miletên herêmê..…".
Di hejmara Nozdemîn de gelek mijarên wêjeyî û çandî ku ji aliyê bi dehan nivîskarên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, û welatên erebî, hatine nivîsandin, hene.
Hejmara Nozdemîn a kovara Şermola 152 rûpel in, bi kurdî û erebî hatiye çapkirin.
Di beşa kurdî de ev berhem hene:
Pêşek:
- Nivîsandin û Belgekirina Dîrokê.. (Desteya Sernivîskarîyê)
Dosyaya Hejmarê:
- Girîngiya Nivîsandin û Belgekirina Dîroka Kurdî.. (Merwan Berekat)
- Di Jiyana Gelê Kurde de Girîngiya Nivîsandin û Belgekirina Dîrokê.. (Narîn Omer)
- Wêje Bedewiya Dîrokê ye.. (Fehîma Deştan)
Lêkolîn:
- Cizîrî û Welatperwerî -Xelek 1.. (Diyar Bohtî)
- Nirxandina çîroka (Şaîroko) ya Bavê Nazê.. (Aram Hesen)
Pirtûkên Derketî:
- Pirtûkên Derketî.. (Desteya Sernivîskarîyê)
Huner:
-Stran; Dengê Dîroka Kevnar .. (Berçem Hewar)
-Vejîn (Şano) .. (Simko Cûdî)
Çîrok:
- Kilîd.. (Ebas Mûsa)
Helbest:
-Li te digerim.. (Cemîl Xoce)
- Şevek bû û hatin.. (Yasir kobanî)
Serbest:
- Koça dawîna du rewşenbîran.. (Desteya Sernivîskarîyê)
Ciwan û Wêje:
- Çîrokek di nav koma jinan de.. (Sewsen Şêx Bekir)
- De were.. (Ehmed Hesen)