Hejmara nû ya kovara PopKurdê hat weşandin

Kovara dîjîtal PopKurd bi hejmara xwe ya 8an hat weşandin.

Jimara 8em a Kovara kultura populerê POPKURDê wek dijîtal hate weşandin. E-Kovara POPKURDê di Gulana 2018an da bi hejmara xwe ya ewil daxilî cîhana kovargerîya Kurdî bû û li ser edebîyat, sînema, şano, muzîk, futbol û tîştên derbarê populer kultura Kurdan da radiweste û xwînerên xwe bi perîyodîkên cuda û bi hejmar û naverokên têr û tije agahdar dike.

Di qapaxa jimara nû da, hevpeyvîna yek ji edîtorên kovarê Omer Bextîyarî li gel derhênerê bi nav û deng Hinêr Saleem ra cih digre. Saleem li ser sînema û projeyên xwe yên nû gelek agahî û zanyarîyên teze ji bo xwînerên POPKURDê vedibêje.

Di beşa POPPIRSê da pêşkêşvana navdar a Rûdaw TV’yê Hêvîdar Zana bersiv dide pirsên POPKURDê.

Her wiha di vê hejmarê da POPKURD li ser mijarekê aktuel “wergera ji wergerê” ku ev demekî ye di rojeva Kurdî da ye, cih daye fikr û ramanên çend wergêrên Kurd.

Edîtorê giştî yê POPKURDê Mistefa Dogan dibêje, ew piştî 5 mehan bi hejmarekê nûpinû derketine hafa xwînerên Kurd û ew hêvîdar in ku jimara wan a nû bi dilê xwîneran be. Dogan dide zanîn ku, ew di destpêka proseya pandemîyê da li ser Instgramê 11 weşanên zindî bi nivîskar, muzîsyen û hunermendên Kurd ra pêk anîne, ji loma jî amadehîyên wan ên ji bo hejmara dawî hinekê zêde ajotîye. Edîtorê POPKURDê dibêje, di vê hejmarê da ew cih dane nivîsa “Tenbûra Yarsan” ya akademîsyen û nivîskarê Rojhilatî Shahab Valî, di bin beşa Midbexa Kurdî da cih dane nivîsên Bahar Çe û Mamoste Bêrîvan, Minewer Aslan bi nivîsa xwe ya “Dilketin”ê, şanoger û lîstikvana Kurd Berrî Shemdîn bi nivîsa xwe ya “Dawiya Dawî Derewên Serdestan (Spiyan) Derdikevin”û Dr.Rodî Zanyar bi nivîsa xwe ya “Derengxistina Extiyariya Çerm” cih girtine.

Her wiha Dogan destnîşan dike, ku ew bi beşên “Rockbêjên Kurd Dipeyivin”, “Wergera ji Wergerê”, derbarê HEZKURDê da beşa mîzahî ya “Kurtepist”ê, “Kurmancên Zazakîzan û Zazayên Kurmancîzan”, “Futbolîstên Kurd” û wek her hejmarê “Me ji 10 Kesan Pirsî” amade kirine û wê xwînerên POPKURDê di vê hejmara nû da rastê gelek surprîz û agahîyên nû bên.

Ji bo jimara 8em a kovarê hûn dikarin li vir bitikînin; 

Navnîşanên Medyaya Civakî ya POPKURDê;

Twitter: @popkurdkovar

İnstagram: @popkurdkovar

Youtube: POP KURD

Hûn dikarin li ser vê lînkê kovarê bixwînin

 

Kurdîstan Haberleri

Heyeta PWKyê Li Parîsê Seredana Nûneratîya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ya Fransayê Kir
Heyeta PWKyê  Li Parlamentoya Hollandayê Li Gel VVD (Partîya Gel a Azadî û Demokrasîyê) Hevdîtinek Pêk Anî
ZAXO - Keçeke din a Kurd a Êzidî hat rizgarkirin
Hosteya dawî ya qir û qafikan: 45 sal in vî karî dike
Ji bo 2 pirtûkên Weşanên Aryenê biryara komkirinê hate dayîn