Hejmara pêketîyên Koronayê li Dîlok, Riha û Dîyarbekirê zêde ne

Li Tirkîyê û Bakurê Kurdistanê di 24 demjimêrên bûrî de, 19 kesên din bi Koronayê canê xwe ji dest dan. Wezîrê Tendirustîyê jî parêzgehên hejmara pêketîyan lê zêde aşkere dike.

Wezîrê Tendirustîya Tirkîyê Fexredîn Koca ragihand di 24 demjimêrên bûrî de 19 kesan bi Koronayê canê xwe ji dest dan û 1 hezar û 8 kesên din jî bi koronayê ketin.

Bi vî awayî li Tirkîyê û Bakurê Kurdistanê heya niha 5 hezar û 382 kesan bi Koronayê canê xwe ji dest dane, 214 hezar û  1 kesî bi Koronayê ketine.

Dîyar kir jî, Di 24 demjimêrên dawîn de bi başbûna 1 hezar û 56 kesan, hejmara kesên ji vîrusa Koronayê baş bûne gihişt 195 hezar û 671 kesan.

Wezîrê Tendirustîyê yê Tirkîyê dîyar kir jî, herî zêde hejmara pêketinan li wan e: Stenbol, Enqere, Dîlok, Riha û Dîyarbekirê ne.

 

 

Siyaset Haberleri

Parlamentoya Îraqê biryar da ku Helebce bibe parêzgeh
Nêçîrvan Barzanî û Ehmed Şer civiyan
NYT: Li Sûriyê zêdetirî 100 kargehên çekên kîmyewî hene
Şanda Rêveberiya Parêzgeha Helebê serdana ENKSê kir
Rêber Ehmed: Kurdistan pabendî rûbirûbûna tawanên rêkxistî û torên bazirganîkirina bi mirovan e