Hejmara Pêketîyên Vîrusa Korona li Dinê 2 Mîlyonan Derbas Kir

Zanîngeha Johns Hopkins ya Amerîkî ku pendemîya korona ya seranser cîhanê dişopîne îro Çarşemê ragihand ku hejmara pêketîyên vîrusa korona li dinê 2,000,000 Derbas kir.

Navenda Nûçeyan - Li gor agahîyên dawî yên Zanîngeha Johns Hopkinsê li seranserê cîhanê 2,006,513 pêketîyên vîrusa korona hene û ji wan bi qasî 610,000 kes li Amerîka ne.

Piştî Amerîka, bi 177,633 pêketîyan Îspanya û bi 162,488 pêketîyên din Îtalya tê.

Vîusa korona li Amerîka 26,069, li Îtalya 21,067 û li Îspanya jî 18,579 kes kuştine.

Ew vîrus di Berfanbara borî de li Wuhan ya Hubei ya Çînê derketibû û ji wir Derbasî dewletên din bûbû.

Li Çînê heta niha 83,355 kes bi vîrusa korona ketine û 3346 kesan jiber wê jîyana xwe ji dest dane.

 

Siyaset Haberleri

Parlamentoya Îraqê biryar da ku Helebce bibe parêzgeh
Nêçîrvan Barzanî û Ehmed Şer civiyan
NYT: Li Sûriyê zêdetirî 100 kargehên çekên kîmyewî hene
Şanda Rêveberiya Parêzgeha Helebê serdana ENKSê kir
Rêber Ehmed: Kurdistan pabendî rûbirûbûna tawanên rêkxistî û torên bazirganîkirina bi mirovan e