Hejmara qurbaniyên erdheja Rojhilatê Kurdistanê hat ragihandin

.

Li bajarê Xoyê yê ser bi Urmiyê ve şeva borî bi hêza 5.9 pile erdhejekê rû da û li bajarê Wanê yê Bakurê Kurdistanê jî hat hîskirin.

Parêzgarê Urmiyê Mihemed Sadiq Muctehîdî derbarê ziyanên erdhejê de ji ajansa “IRNA” re ragihand, di erdhejê de 3 kesan canê xwe ji dest dane û 816 kes jî birîndar bûne.

Bajarê Xoyê ser bi parêzgeha Urmiyê ve, dikeve ser sînorê Bakurê Kurdistanê û di navbera her du golên Wan û Urmiyê de ye û nêzîkî 200 hezar kes lê dijîn

Kurdistan Haberleri

Nêçîrvan Barzanî û Mezlûm Ebdî civiyan
Serok Barzanî pêşwazî li Wezîrê Derve yê Fransayê kir
Ji zanîngeheke Amerîkayê biryareke dîrokî: Êdî komkujiyên li hemberî Kurdan tên arşîvkirin
Netanyahu: Îran gefeke mezine li ser Cîhanê
Barrot: Herêma Kurdistanê faktoreke girîng a ewlehiya herêmê ye