Hejmara qurbaniyên lehiyê li Almanya û Belcîkayê gihîşte 90 kesan

.

Hejmara kesên ku ji ber lehiyê li Almanya û Belcîkayê canê xwe ji dest dane, gihîşte ser 90 kesan û tê pêşbînîkirin ku hejmar zêdetir bibe. Herwiha li welatên Hollanda û Luksemburgê jî lehî rabûye.

Hikûmetên xwecihî yên Almanya ragihandin ku li Herêma North Rhine-Westphalia herî kêm 30 kes û li herêma Rhine-land jî 28 kesan canê xwe ji dest dane.

Li herdû Herêmên North Rhine-Westphalia û Rhineland, hejmarek xanî bi ser xelkê de hatin xwar û herfîne û heta niha hejmara dirist a qurbaniyan û ziyanan nayê zanîn.

Bi hezaran xelk jî ji navçe û gundên xwe hatine derxistin û bo cihên ewle hatine veguhastin.

Şêwirmenda Almanyayê Angela Merkel di derbarê karesata lehiyê de got, “Ez ditirsim ku ya herî xirab hêj çênebibe,” û got ku metirsî berdewam e.

Li gorî çapemeniya Alman, li herêma Ahrweiler 1.300 kes winda ne û ti agahiyek li ser wan kesan nîne. Lêbelê, tê texmînkirin dibe ku ji ber têkçûna xetên telefon û ineternerê pêwendî bi wan nayê kirin.

Rayedarekî xwecihî yê hikûmeta herêmî, Lewentz ji televîzyona SWR re got, “Em hîn jî difikirin ku derdora 60 kes winda ne, lê dema ku hûn nekarin di demeke wisa dûr û dirêj de pêwendiyê bi mirovan bikin, divê hûn li ser senariyoya herî xirab bifikirin.”

Polîsê Koblenz doh li ser Twitterê ragihand ku gelek xanî li bajarê Bad Neuenahr-Ahrweiler hilweşiyan, hin xanî di bin xetera hilweşînê de ne, û li herêmê kesên jiyana xwe ji dest dane hene. Polîsê Koblenzê herwiha diyar kiriye, nêzîkî 50 kes bi mebesta rizgarbûnê hilkişîne ser banê xaniyan û li benda xilaskirinê ne, û lêgerîn ji bo gelek kes jî hatiye kirin.

Berê hatibû ragihandin ku li bajarê Schuld ê li nêzîk bajarê Adenau, 6 avahî hilweşiyane. Li gor agahiyan, li vî bajarî 70 kes winda ne û lêgerîna li dû wan berdewam e.

Li aliyê din, li bajarê Huckeswagen a eyaleta North-Westphalia, hejmarek xelk bi botan ji malên xwe hatine derxistin.

Li bajarê Leverkusenê jî ji ber qutbûna elektrîkê 468 kes ji nexweşxaneyê hatine derxistin.

Li Belcîkayê jî li çend navçeyên başûr û rojhilatê wî welatî, rêyên sereke û rêyên trênan ji ber lehiyê hatine girtin. Li gor amarên fermî, li Belcîkayê herî kêm 9 kesan di encama lehiyê de canê xwe ji dest dane.

Li herdû welatan bi dehan kes winda ne û hejmareke zêde ya xelkê bê mal mane.

Di çend rojên bihorî de pêleke bihêz a baran û bayê rojavayê parzemîna Ewropayê da ber xwe ku bû sedema bilindbûna asta ava çem û rûbaran û di encamê de lehiyeke mezin li hin welatan ûbi taybet Almanya û Belcîkayê rabû.

Kurdistan Haberleri

Hemû helbestên Berken Bereh di Botannameyê de çap bûn
Piştî tayînkirina qeyûman kolanên Dêrsimê bûn qada şer: ‘Dagirkerî ye’
Doza kuştina Şerzan Kurt: Biryareke nû hat dayîn
Miles Caggins: Çend gav ji bo hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê hatine avêtin
JAPONYA - Dadgeha Saitamayê xwepêşandana li dijî Kurdan qedexe kir