Hejmara şehîd û birîndarên êrişa şeva borî ya DAIŞê eşkere bû

Fermandeyekî Pêşmerge ragihand, di êrişa şeva borî ya DAIŞê de li Xaneqînê, sê pêşmerge şehîd bûn.

Navenda Nûçeyan- Şeva borî çekdarên DAIŞê li nêzîkî gundê Dekey Ebdulqadir Beg yê Xaneqînê êrişî hêzên Pêşmerge kirin.

Fermandeyekî Pêşmerge li tabûra 3 ya Pêşmerge bi navê Cimûr Rostem li ser wî şerî ji BasNewsê re got, di wî şerî de mixabin sê pêşmerge şehîd bûn û du pêşmerge jî birîndar bûn.

Wî fermandeyê Pêşmerge da zanîn, pêşmergeyan di wî şerî de mêrxasîyek mezin nîşan dan û got, hinek pêşmerge bi birîndarî şer dikirin.

Navên pêşmergeyên ku şehîd bûne, ev in: Loqman Necim (33 salî), Zîyad Xelîfe (33 salî) û Meirûf Mihemed Mehmûd (44 salî).

Pêşmergeyên Birîndar: Şivan Mecîd û Selah Îbrahîm Mihemed.

Bi gotina wî fermandeyê Pêşmerge, terorîstên DAIŞê destpêkê bi topên hawanê li wan dane paşê êriş kirine.

Siyaset Haberleri

Parlamentoya Îraqê biryar da ku Helebce bibe parêzgeh
Nêçîrvan Barzanî û Ehmed Şer civiyan
NYT: Li Sûriyê zêdetirî 100 kargehên çekên kîmyewî hene
Şanda Rêveberiya Parêzgeha Helebê serdana ENKSê kir
Rêber Ehmed: Kurdistan pabendî rûbirûbûna tawanên rêkxistî û torên bazirganîkirina bi mirovan e