Hejmara welatiyên Tirkiyê yên bi qaçaxî diçin Almanyayê %254 zêde bûye

.

Li gor amarên Almanyayê, di neh mehên destpêkê yên sala 2022an de hejmara welatiyên Tirkiyê ku bi rêyên qeçax çûne wî welatî %254 zêde bûye.

Rêveberiya Polîs a Federal a Munihê ji DW re ragihandiye ku di navbera mehên Çile û Îlonê yên sala 2022an de hejmara welatiyên Tirkiyê ku bi rêyên qeçax çûne Almanyayê li gor heman mehên sala par %254 zêde bûye û gihiştiye 5 hezar 362 kesan. Di demekê de ku di neh mehên destpêkê yên sala 2021ê de 2 hezar û 531 welatiyên Tirkiyê bi qeçaxî çûbûn Almanyayê.

Di daxuyaniya Rêveberiya Polîs a Federal a Munihê de hatiye diyarkirin ku koçber û qeçaxçî herî zêde welatiyên Tirkiyê ne û piraniya wan bi rêya Tirkiyê tên Almanyayê.

Li gor amarên Rêveberiya Polîs a Federal a Munihê, di neh mehên destpêkê yên sala 2020an de hezar û 629, di neh mehên destpêkê yên sala 2021ê 2 hezar û 531 û di neh mehên destpêkê yên sala 2022an de 5 hezar 362 welatiyên Tirkiyê bi qeçax çûne Almanyayê. Hejmara welatiyên ku di sala 2022an de bi rêyên qeçax çûne Almanyayê li gor heman mehên sala 2021ê %254 zêde bûye û li gor heman meha sala 2020an %368 zêde bûye.

Herwiha sala 2022an li Almanyayê 185 welatiyên Tirkiyê bi hinceta qeçaxçîtiya koçberan hatine girtin, di demekê de ku, ev hejmar sala 2021ê 111 kes bûn û sala 2020an jî 56 kes. Rêjeya girtina qeçaxçiyên welatiyên Tirkiyê li gor sala par %362 zêde bûye û li gor sal 2020ê jî %538 zêde bûye.

Li gor raporan koçberên di ser Tirkiyê re diçin Almanyayê, rêya Balkanan bikar tînin û di ser welatên Sirbistan, Hungarya, Çek û Avusturya re diçin û her yek 6 heta 8 hezar euro didin qeçaxçiyan. Ji bilî welatiyên Tirkiyê, Surî, Efxanî û Iraqî jî di ser Tirkiyê re diçin Almanyayê.

Piştî welatiyên Sûriyê û Efxanistanê herî zêde welatiyên Tirkiyê koça Almanyayê dikin. Di 8 mehên destpêkê yên îsal de 135 hezar kesan ji bo penabertiyê serî li Almanyayê dane, ku Tirkiye bi 12 hezar welatiyan di rêza sêyem de cih digre.

Serlêdanên Kurdan kêmtir tên qebûlkirin

Li gor amarên fermî di 8 mehên destpêkê yên îsal de ji 12 hezar serlêdanên penabertiyê yên welatiyên Tirkiyê tenê %30 hatine qebûlkirin û di nav de herî kêm serlêdanên welatiyên Kurd hatine qebûlkirin. Almanyayê tenê %11.5ê serlêdanên Kurdên welatiyên Tirkiyê qebûl kirine.

Di vê derbarê de Parlamentera Partiya Çep a Opozîsyonê Clara Bunger dibêje: “Sedema zêdebûne hejmara koçberan ji Tirkiyê helwesta hikûmeta AKPê ya li dijî opozîsyonê ye. Zext zêde dibin bi taybetî jî rewşa Kurdan metirsîdar e.”

Di raporê de tê gotin, ku Ewropa ji ber koçberên zêde Sirbistanê tohmetbar dike ku ligel Tirkiyê û hejmarek welatên din rêkeftina geşta bê vîze îmze kiriye. Li Bakurê Kurdistanê bi taybetî piştî sala 2016an û şerê xendekan, ji ber zext û nemana azadiyan hejmara Kurdên ku koç dikin zêde bûye.

Kurdistan Haberleri

Qeyûm tayînî şaredariyên Dêrsim û Pilûrê hatin kirin
Serok Mesûd Barzanî: Em piştgiriyê didin hemû hewlên ji bo aştiyê
MEXMÛR - Tîma Rûdawê hat desteserkirin
Li Pêşangeha Pirtûkan a Rihayê pirtûkên Kurdî balê dikişînin: ‘Kurdî dihele!’
Di ser kuştina Ugur Kaymaz re 20 sal derbas bûn