Hejmarek ji çekdarên dijberîya Sûrîyê xwe radestî HSDyê kirin

Bi merca gehandina wan bo Îdilbê hejmarek ji çekdarên dijberîya Sûrîyê xwe radestî Hêzên Sûrîya Demokrat (HSD) kirin.

Navenda Nûçeyan- Riwangeha Sûrîya ya Mafên mirov belavkirîye, hejmarek  ji çekdarên dijberîya Sûrîyê yên ku li Girê Sipî dimînin, pêşnîyaz li HSDyê kirîne ku  tevî çekên xwe xwe radestî wan bikin lê bi merca ku HSD alîkarîya wan bike ku bighine Îdilbê.

Li gor ku hatîye belavkirin, HSD razîbû alîkarya wan çekdaran bike lê Rûsîyê rê li ber wê yekê girt.

Riwangehê belav jî kirîye, ku bi berdewamî çekdarên dijberîya Sûryê ji navçeyên ku di vê dema dawî de kontirol kiribûn xwe dighînin navçeyên HSDyê û ew jî  bi merema gehandina  wan bo Îdilbê.

K24

Siyaset Haberleri

Parlamentoya Îraqê biryar da ku Helebce bibe parêzgeh
Nêçîrvan Barzanî û Ehmed Şer civiyan
NYT: Li Sûriyê zêdetirî 100 kargehên çekên kîmyewî hene
Şanda Rêveberiya Parêzgeha Helebê serdana ENKSê kir
Rêber Ehmed: Kurdistan pabendî rûbirûbûna tawanên rêkxistî û torên bazirganîkirina bi mirovan e