Hejmarek serbazên Tirkîyê û çekdarên Sûrî li Efrînê bi koronayê ketine

Rêxistina Mafê Mirovan li Efrînê ragihand ku li herêma Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê, hejmarek serbazên Tirkîyê û çekdarên opozisyona Sûrîyê bi koronayê ketine.

Navenda Nûçeyan - Li gorî Rêxistina Mafê Mirovan li Efrînê, destpêka vê meha Gulanê, 7 serbazên Tirkîyê ku ji Tirkîyê derbasî Efrînê bibûn û çekdarekî polîsên sivîl li Efrînê bi vîrusa koronayê ketibûn.

Rêxistina navborî dîyar kir ku ew tûşbûyên koronayê 2 rojan li nexweşxaneyê kerentînekirî mabûn, paşê ji bo Tirkîyê hatibûn veguhestin.

Heman rêxistinê dîyar kir ku piştî eşkerebûna van haletan, pişkinîn bo karmendên tendirustîyê yên nexweşxaneya serbazî hatibûn kirin.

Li gor encamên wan pişkinînan, derket ku 7 serbazên din ên Tirk û 2 çekdarên polîsên sivîl bi koronayê ketine.

 

Siyaset Haberleri

Parlamentoya Îraqê biryar da ku Helebce bibe parêzgeh
Nêçîrvan Barzanî û Ehmed Şer civiyan
NYT: Li Sûriyê zêdetirî 100 kargehên çekên kîmyewî hene
Şanda Rêveberiya Parêzgeha Helebê serdana ENKSê kir
Rêber Ehmed: Kurdistan pabendî rûbirûbûna tawanên rêkxistî û torên bazirganîkirina bi mirovan e