Hejmareke berpirsên Bizava Goranê red dikin ku xwe ji hikûmetê vekêşin

.

 Li dû zanyarên K24ê, her yek ji Wezîrê Avedankirinê, Parêzgerê Silêmaniyê û Cîgirê Serokê Îdareya Germiyanê red kiriye ku, destan ji karê xwe berdin û ji hikûmetê derkevin.

Endamekî Civata Niştîmanî ya Bizava Goranê, ku nêzî Rêkxistinkerê Giştî yê Bizava Goranê bi wekalet Dana Ehmed Mecîd e, taybet ji K24ê re ragehand, “Parêzgerê Silêmaniyê Heval Ebubekir di nav koma WhatsAppê ya Tîma Hikûmetê ya Bizava Goranê de gotiye: carê ez biryara destberdana ji erk û postê Parêzgerî nadim, divê ez wê yekê dîraset bikim.”

Wezîrê Avedankirinê Dana Ebdilkerîm jî gotiye, “Ez destan ji karê xwe bernadim ji ber ku ew biryar ne destûrî ye.” Herwesa Cîgirê Serokê Îdareya Serbixwe ya Germiyanê û Serokê Tîma Hikûmeta Xwecihî ya Goranê li Îdareya Serbixwe ya Germiyanê Ramyar Ebdulrehman jî ji bo destberdana ji karî amade nîne.

Ev di demekê de ye ku nêzî pênc salan bi ser tevlîbûna Bizava Goranê di pêkanîna Kabîneya Nehê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê re derbaz dibin, û tenê 10 roj ji bo hilbijartinên gera şeşê ya Perlemana Kurdistanê mane.

K24

Kurdistan Haberleri

Netanyahu: Ez dê destûrê nedim ku Îran çekên nukleerî bi dest bixe
Rûsya û Ukraynayê dîl bi hev guhertin
Ehmed Şer bi endamekî Kongreya Amerîkayê re civiya
Bafil Talebanî: Balafir û dronên Tirkiyê nahêlin PKK kongreya xwe fesihkirinê li dar bixe
Baroya Diyarbekirê giliyê HTŞê li Dadgeha Cezayê û NY kir