Nivîskar Zeynelabidin Zinar li ser rûpela xwe ya tora civakî ya facebookê, dîsa wekî her car babetekê balkêş parvekirîye. Nivîskar helbestekê Kurdî ya çar hezar salî parvekirîye û wiha nivîsîye:
HELBESTEKE ÇAR HEZAR SALE
Helbesteke Kurdên Hitîtî li ser evînê bi kurdîya kurmancî ku berî çar hezar salî hatîye nivîsandin, li ser selekî (ferş) hatîye dîtin. Piranîya peyvên ku tê de hene, niha jî di kurdîya kurmancî de têne bikaranîn.
Helbest ev e li jêrê:
Xwezdî ez tu hev re bin
Bi hev re herin Xorînê
Wer dî bihêrin kotra bin
Bang din bi hev re narînê
Dwînî kotra hêra bûm
Awaz ji cîr dixwînê?
Fîrabil û beyaban
Hawar ji dest evînê
Ez û tu watu yekdil win
Hêzan cwadî wînê
Wêra pêkra hifne wîn
Bircînê ya binvîsê
Çavkanî: Mihemed Akboga