Kejal Îbrahîm Xidir ku yek ji helbestvan û wergêra nasyar a herêma Kurdistanê bû, xwedî bi dehan berhemên helbestên kurdî, erebî û helbestên wê ji zimanên erebî, rûsî, îspanyayî û Îngîlîzî hatine wergerandin.
Kejal Îbrahîm Xidir di sala 1968an de ji dayîk bûyê, ji Qeladizê ye û beşdarî bi dehan festîvalên navxweyî û navnetewî yên helbestî bûye û zêdetirî 38 xelatên rêzê li welatên ereb bidest xistiye.
Herwaha xwediyê bi dehan helbestên xweşik û pir hêja ye û di wan salên dawî de gelek berhem pêşkeşî xwandevanên xwe kiriye.