Helbestvan û nivîskar Reşîd Yûsifî bi Koronoyê mir

Helbestvan û nivîskarê kurd Reşîd Yûsifî di temenê 48 salîya xwe de ji ber bêketina bi vîrusa Koronayê koça dawî kir.

Navenda Nûçeyan - Ligor zanyrîyên ajansên Rojhilatê Kurdistanê duhê êvarê nivîskar û helbestvanê kurd Reşîd Yûsifî li parêzgeha Sinê li nexweşxaneyê ji ber pêketina bi nexweşîya vîrusa Koronayê koça dawî kirîye. Reşîd Yûsifî di sala 1972an de ji dayik  bûye û ji salên 1990î û heta 2000î li Encûmena Ferhengî Edebî û Hunerî ya Mewlewî Kurdî weke helbestvanekî ciwan roleke wî ya berbiçav hebû.

Heta niha dîwaneke helbestvan Reşîd Yûsifî çap bûye.

 

Kurdîstan Haberleri

Festîvala fîlmên kurdî ya Patrîsê dest pê kir
Li Parîsê Pêşangeya Wêneyan
14 jinên Kurd beşdarî pêşangeheke şêwekariyê ya Polonyayê bûn
Suryaniyên Sûriyê: Gotinên di destûra demkî de, dewama gotinên rejîma berê ye
Komîteya Destûrê: Navê welat wekî Komara Erebî ya Sûriyeyê dimîne