Helbestvanekî Rojavayê Kurdistanê li derheq jina Kurd helbestek vehûnandiye

.

Helbestvanê Rojavayê Kurdistanê li derheq pêgeh û şana bilind a jin li kultûra Kurd û pêga jin li rizgariya welat de helbestek vehûnandiye û îşare bi rola jin li afirankarî û perwerdeya malbat û civakê kiriye.

Helbestvanê Kurd ê xelkê Rojavayê Kurdistanê “Seîd Yûsif” helbestek li jêr navê “Jina Kurd” vehûnandiye û ew helbest pêşkêşî jina Kurd kiriye, ew helbeste li ser malpera Yekîtiya Nivîskarên Kurtdistana Sûriyê hatiye belavkirin, navbirî di helbesta xwe de jin wek hînkara berxwedana Kurdan û dibistana perwerdehiyê daye xuya.

Navbirî di vê helbestê de îşare bi şana bilind û pêgeha qahîm a jinan li afirandina dirûşma “Jin, Jiyan, Azad”yê û girîngiya jin li tevgera azadîxwaziya gelê Kurd de kiriye û nivîsandiye:

Jin sembola berxwedanê ye

Ji Kurdan re dibistan e

Jin jiyan e azadî ye

Ew çîroka serhildan e

Bê wê nabe qet felat e

Kurdistan Haberleri

Li Brûkselê semînereke danasîna PWKyê û rojeva sîyasî ya Kurdistanê!
2 Kurdên Êzidî yên ku ji aliyê DAIŞê hatibûn revandin vegeriyan Başûrê Kurdistanê
Serokkomariya Sûriyeyê li ser Konferansa Neteweyî ya Rojavayê Kurdistanê daxuyanî da
MÊRDÎN - 50 saliya nivîskariya Berken Bereh hat pîrozkirin
Jineke ji Rojhilatê Kurdistanê ferhenga Kurdî ya termên yasayî amade kiriye